Meclisa Şaredariya Sûrê, di 9ê Kanûna 2009an de biryar da ku navê kolana Direkçi weke “Migirdiç Margosyan” were guherandin. Şaredarê Sûrê yê wê demê Abdullah Demirbaş, bi destê xwe tabela guhert û di daxuyaniya xwe de gotibû ku Amed bajarêke pirreng e, gelek netew, bawerî û çandên cuda di nav xwe de dihewîne û ji berê ve her kes bi aştî û biratî dijî.
Pêngava pirzimanî ya Şaredariya Sûrê ji bo jiyana aştiyane, di nav civakê de girîngî hatiye pêşwazîkirin. Lêbelê Midirgiç Margosyan wê demê gotibû ku helwesta li Tirkiyeyê hê jî neguheriye, dibe ku ev pêngavên hanê siberojê de bête betalkirin û naxwestibû navê wî li kolana ku ew lê ji dayîkbûye ve were daliqandin.
Tiştên pêk hatine, Margosyan eşkere kir ku margosyan rast bû.
Ne tenê navê wî yê li kolanê daliqandî hatiye xwarê. Di qedexeya ku di 25ê Kanûnê de dest pê kir û 103 roj dewam kir de, kolana Midirgiç Margosyan jî bi temamî hat wêrankirin û niha kolaneke wisa nemaye.
Him derbarê van bûyerên dawî de, him jî derbarê jiyana berê ya li Sûrê de, em bi Midirgiç Margosyan re axivîn.
“Direkçi” bû “Margosyan”
Sûr warê Ermenan ê berê ye. Hûn jî li wir dijiyan. Hûn dikarin behsa derdora sûran, taxa Gawiran bikin ka ew der di bîra Ermenan de xwedî ciheke çawa ye?
Ji xwe bajarê Amedê ku behsê dikin, Sûr bi xwe ye. Piştre li derveyê sûran mal û kargeh hatin çêkirin ku ew li derveyê Ameda eslî ye. Welatiyên Ermen bi zêdeyî li Xançepêkê ango li taxa Gawir dijiyan. Wekê ku ji navê wê jî diyar e, li wê taxê kesên ku Misilman nebûn, dijiyan. Zaroktiya min a heta sala 1950n li wir Amedê derbas bû. Bajarekê ku Xirîstiyan û Misilman ligel hev dijiyan. Taxên Ermanan, Suryanan hebûn. Ji yên din kêm be jî, gelek malên Keldaniyan jî hebû…
Jiyaneke li gel hev hebû. Taybetiya taxa Gawiran ew bû ku yên lê dijiyan bi zêdeyî esnaf bûn. Yanê zêrfiroş, hesinkar, paxirkar û hwd. Ew li gel hev dijiyan. Wê demê televizyon tinebû. Di şevên zivistanê de Ermenên wir dihatin gel hev, behsa xwe û karên xwe dikirin. Di sohbetan de weke “Kirîv” bangî hev dikirin: Kirîv tu li ku derê qeflê bûyî. Qefleya ku behs dikirin yên li ser biryara tehcîrê koç kiribûn bû. Li Amedê behsa “Jenosîd” an “tehcir”ê nedikirin, bes digotin “qefle”. Dema ew di şevên direj de van sohbetan dikirin, em jî li gel zarokên din li ber sobeya sac rûdiniştin û me gûz dixwarin. Jiyana me bi vî rengî bû.
Taybetiya taxa Gawiran ew e ku her tim hevgirtî bûye. Di dîrokê de gelek caran li ser taxê êriş kirine. Gelo sedema vê taybetiyê çiye?
Midirgiç Margosyan kî ye?Di 23ê Kanûna 1938an de li taxa Xançepêkê (Gawir) ya Amedê hatiye dinê. Li Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazif dest bi perwerdehiyê kiriye. Piştî perwerdehiya li Dibistana Navîn ya Ziya Gokalp diçe Stenbolê. Li Dibistana Navîn ya Bezciyan û li Lîseya Getronaganê perwerdehiya xwe didomîne. Piştre li Zanîngeha Stenbolê Beşa Felsefeyê diqedîne.Navbera salên 1966-1972an de li Uskudar Selamsizê dibe müdire Lîseya Ermen a Surp Haç Tibrevankê. Di heman demê de li dibistanê dersên felsefe, psîkolojî û zimanê Ermenî jî dide. Hin çîrokên wî yên bi Ermenî nivîsîbû û di rojnameya Marmarayê de hatibû weşandin, bi navê “Ayt Goxmerî” (Odeyên Me) weke pirtûk hat çapkirin. Ev pirtûka wî di sala 1988an de hêjayî Xelata Elîz Kavûkçûyan ya Edebiyatê (Paris-Fransa) hat dîtin. Ew xelat ji nivîskarên bi Ermenî dinivîsin re tê dayîn. Piştî pirtûkên wî yên “Taxa Gawir”, “Bêje Margoso Tu Ji Ku Yî?, “”Bilêta Me Ji Stenbolê Re Hat Birin” bi Tirkî hatin çapkirin, pirtûka wî ya duyem ku bi Ermenî nivîsîbû “Dîkrîsî Aperen (Keviyên Dijleyê)” jî hat çapkirin. Pirtûka wî ya “Gavur Mahallesi” bi navê “Li Ha Me, Li Wan Deran” ve ji hêla Weşanên Avestayê ve bi Kurdî hat weşandin. Piştî pirtûkên wî yên “Kurdan”, “Nameyên Ji Kirîv re” û “Derziya Bi Çembil” çap bûn, pirtûka wî ya dawî “Tanrinin Seyir Defteri” ji hêla Weşanên Arasê ve hat weşandin. Kuncenivîsên Margosyan hê jî, di rojnameya Evrenselê de tê weşandin. |
Li Amedê ti cih, kolan an cade nîn e ku zêdetirî 500 mêtre-1 km dirêj be. Orjînalbûna malên li wir ji xwe ev yek e. Mal bi mîmarsaziyeke wisa hatibûn çêkirin ku hundirên wan zivistanan zef sar nedib3u û havînan jî hênik bû. Beriya niha banê malan hebûn.
Mirov dikarî ser baniyan biçe malekê din. Jiyan wiha bû. Li Amedê du cureyên kevirê bazaltê hebûn. Kevirên mê û kevirên nêr. Kevirên mê qulkirî bû û pê hewşê çêdikirin.
Dema hewşê dişûştin ji ber qulbûna keviran hinek av li ser wan dima û derdor hênik dikir. Kevirên nêr bi destan dihat neqişkirin û pê eywan û kemere malan çêdikirin. Yên wan çêdikirin jî, %90 Ermenên hosteyên keviran bûn. Bavê min jî yek ji wan bû.
Di sala 2010an de navê we kirin navê kolanekê taxa Gawiran. We di hevpeyvînekê de aniye ziman ku hûn tişteke wisa naxwazin. Gelo sedema wê çibû?
Ez ji bo restorekirina Dêra Ermen gelek caran çûme Amedê. Ji bilî wê, ji ber min derbarê Amedê de jî pirtûk nivîsîbû, gelek caran min diyariyê Amedê dikirin û ez diçûm. Xebatkarên şaredariyê yên wê demê ji ber keda min rojekê gotin ku ew ê navê min li kolana ku ez lê ji dayîk bûme daliqînin.
Min jî ji wan re wiha got:
“Hûn di vê konjukturê de dibe ku vê yekê bixwazin. Em ne munecim in. Kes nizane dê sibê çi bibe. Di paşêrojê de eger zihniyet û konjuktor biguhere, dibe ku mirov bibêjin em êdî vê navê naxwazin. Ez vê yekê naxwazin. Dibe ku mafdar an ne mafdar bin jî.
Eger 3 sal şûnde an 30 sal şûnde bi tiştekî nebaş bibe û wî navî ji wir bînin xarê, him hûn him jî ez, em ê aciz bin”. Rojekê min dî ku navê min lê daliqandine. Weke min berê jî got ku ez munecim im. Lêbelê piştî demekê ew nav êdî li wir nîn e. Ya girîng nav jî nîn e. Min dixwest ku bi çi navê dibe bila bibe lê, bes bila çend kesên “Gawir” li wir bijîn.
Piştî wêrankirina raxa Gawir û kolana Midirgiç Margosyan gelo hûn qet çûne Amedê û we wan deran dît?
Belê ez çûme Amêdê lêbelê ez nêçûma taxê. Wê demê qedexe hebû û qasê ez dizanim qedexe hêjî dewam dike. Bêguman ez dixwazim biçim bibinim. Lê ez baş dizanim ku eger ez wir bibinim, ez ê gelek xemgîn bim.
Em çû wan deran me ew der dîtin û wêne kişandin. Beriya niha hevpeyvîneke bi we re bi serenavê “Bêje Margosyan Tu Ji Ku yî” hatibû weşandin. Em jî niha ji we dipirsin: “Bêje Margosyan Ka Kolana Te?”
Ez nabînim. (Li wêneyên taxa wêrankirî dinêre) Ji berk u liv ir tax nemaye. Li vir erse an riyekê fireh dixwiyê. Ez dikarim bejim ku ez her derê Sûrê baş dizanim. Kêlî bi kêlî, kevir bi kevir tê ber çavê min. Berê li ku firûn, li ku aş hebû min dizaniya. Lêbelê ez niha biçim wir, teqez ez ê li wir winda bibim.
Ev der kolana ku navê we lê hatiye lêkirin e
(Li wêneyên taxa wêrankirî dinêre) Belê nav jî çûye, kolan bi xwe jî… Ya rastî min ev qasî texmîn nedikir. Van deran kirine weke meydana fitbolê. Cihê ku mirov lê hatibe dinê û baş bizanibe, gelo mimkun e ku mirov nasneke? Mixabin me vê jî dît. (Li wêneyan dinêre) Ev der kumbeta çana dêrê ye. Beriya niha dewsa vê de yekê din hebû. Li ser saeteke gilover hebû. Ew kombeta dêrê, baş nayê bîra min lê navbera salê 1913-15an de bû ku, ji ber bilindahiya wî ji ya mînareya mizgeftê zêde bû, bi tank û topan hat hilşandin. Ya li vir dixwiyê piştre hatibû çêkirin. Ji sala 1915an şûnde Ermenên li vir bi darê zorê ji cih û warê xwe derketin. Ma dixwazin berhem û şopên Ermenan jî tinebikin? Ji xwe ti tiştek nemabû. Ne tenê mîmarsazî, çanda wê demê hat tinekirin. Dibe ku dewsa van cihên wêran kirine de bînayên modern jî çêbikin. Lê êdî Ameda berê ku min di pirtûkên xwe de behsê dikir namîne li holê. Yanê demek serokwezîreke me digot, ez ê vê derê bikim Toledo. Bi Toledokirinê tenê nabe.
Gelo Sûr dibe Toledo?
Ji Sûrê ti tiştek çênabe. Ancaq şibandineke bi wî rengî dikarin bikin. Tişta ku derkeve holê jî dîrok, çand û taybetiya Amedê di nav xwe de nahewîne. Dibe ku çend malan boyax bikin û bibiriqînin. Lê mirovên li wir dijîn? Lê çanda wan ê hezar salan? Ew rihê hevgirt û yekbûyî li ku ye? Tiştek wisa nabe.
Dawiyê de em dixwazin ji pirbikin ka niha divê çi were kirin û pêşniyara we çiye?
Ne tenê ji bo Sûrê, ji bo li ti deverê welatê me bûyeren bi vî rengî pêk neyên, di vê deokrasiyeke di heqîqeta xwe de were avakirin. Eger di nav civakê de helwesta demokrasiye neyê înşakirin û zora jiyana yekperestî bi ser mirovan were kirin, mixabin wê tiştên wiha dewam bike. Eger civak xwedî helwesta bi vî rengî bibe, her kes bikaribe bi serbestî fikr û ramanê xwe bîne ziman, wê çareserî jî pêk were. Eger behsa quwet û pevçûnan were kirin, wekê Amediyan dibêjin ku her tişt wê bibe “zumzuka”. Wê demê demokrasi ji holê radibe, û li cihê ku demokrasi nîn e jî jiyana wekhev û azad nabe. Ji vir şûn de tişta herî girîng ku li welatê me divê demildest were kirin înşakirina demokrasiye ye.
Rapora NYê: Qiyamet rabûNeteweyên Yekbûyî (NY) operasyonên li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopaya û yên li herêmê hatine kirin, di rapora xwe de weke “tabloya qiyametê” aniye ziman. Ofîsa Mafê Mirovan ya NYê rapora xwe ya binpêkirina mafan yên navbera Tîrmeha 2015an-Tebaxa 2016an ku li herêma rojhilatê Tirkiyeyê pêk hatiye hefteya borî diyar kir. Rapora ku li ser siteya wan ê fermî de hat weşandin û ji 26 rûpelan pêk tê de wiha hat gotin: “Di operasyonên ku hêzen hukimetê pêk anîne de wêrankirineke mezin pêk hatiye kirin, gelek însan canê xwe ji dest dane û di gelek warên din de jî, îdiayên binpêkirina mafê mirovan hene.” Li gorî raporê, nêzî 30 navçe û gundên derdora wan ji ber operasyonan di nav rewşeke xirab de mane. Piraniya wan Kurd navbera 355 hezar û nîv milyon însan cih û warê xwe hatin derxistin. NYê her wiha wêneyên li ser ûydiyê hatine kişandin, yên Nisêbîn û Sûrê jî ku di operasyonan de hatibûn wêrankirin, di raporê de weşandin. Hûn dikarin li ser vê lînkê raporê vebikin. (Îngîlîzî) |
Rapora HDPê: "Mirada Çandê" hat wêrankirinPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) di rapora xwe ya piştî operasyonan diyar kir de daxuyand ku li Sûrê 90 sivîl, 71 polîs-tîmên taybet canê xwe ji dest dan, berhemên navçeya kevnare jî hatine wêrankirin. Di raporê de Sûr wekê "di warê çand, civak, aborî û dîrokiyê de dile Amedê" tê binavkirin. Di raporê de tê diyarkirin ka çend caran bi temamî derketina derve hatiye qedexekirin û bi taybetî piştî qedexeya dawî bûyerên li navçêyê qewimîne de agahî tê dayîn. Hûn dikarin li ser vê lînnkê raporê vebikin. |
Rêxistina Bexişînê: 500 hezar kes bi darê zorê koçber bûnRêxistina Bexişîna Navneteweyî di ropora xwe ya ku di Kanûna 2016an de diyar kiribû de, ragihand ku herî kêm nîv milyon însan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin. Rapor bi serenavê “Yên Bi Darê Zorê Ji Cihên Hatine Derxistin û Milkên Wan Ji Wan Hatine Sitendin: Mafê Vegerînê ya Ji BO Gelê Sûrê” ve hat weşandin û wiha hat gotin : “Sûr yek ji navçeyên di lîsteya miradê dinyayê ya UNESCOyê de ye. Li wê navçeyê ji ber êriş û cezakirina hêzên dewleta Tirkiyeyê li gorî texmînan nîv milyon însan ji cih û warên xwe hatin derxistin.” Hûn dikarin li ser vê lînkê raporê vebikin. |
(OA-ZK/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.