Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çend rojên dawiyê de komek LGBTI+an li ser medyaya civakî nivîsandin û gotin ku di dema bikaranîna Istanbûlkartên xwe de hin tişt hatine serê wan.
Transên di pêvajoya guncaniyê de ne, dibêjin ku ji ber şekl û şîmalên xwe û ji ber cidabûna zayendî ya di Istanbûlkartên wan de dinivîse, cidakarî li wan dibe.
Li gorî nêrîna wan, ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê mafê agahdarkirinê yê di dema bikaranîna neyasayî de, daye ajorakên basan, ew dibin hedefên vekirî. Gotinên nefretkirinê li wan dibin.
LGBTI+an ji bianetê re behsa pirsgirêkên di dema bikaranîna Istanbûlkartê de dertên beramberî wan kirin û diyar kirin ku bê ka çawa mafê wan ê veguhastinê tê binpêkirin.
"Dema ez li basê siwar dibim, ez kumê xwe dixim serê xwe"
Cemre:
"Ez jineke trans im û ev ev tişt di serê min re derbas bû û ji ber bikaranîna neyasayî ya karta min a xwendevaniyê, peyamekê hişyariyê ji min re şandin. Ger careke din bê, wê karta min betal bikin. Rojekê dema ez li basê siwar bûm, rûyê min makyajkirî bû û guharên min hebûn. Bi kurtasî, di çavê civakê de ez weke 'jin'ekî dihatim xuyakirin. Min karta xwe lê da, ajokarî got, 'Ez li karta te binêrim'. Lê nêrî. Paşê yekser agahdarî şand ji wê makîneyê. Destpêkê min fam nekir bê ka çi dibe. Dema ez ji basê peya bûm, min dît ku waye ji IETTyê (Saziya wesayitên veguhastina civakî ya IBByê) peyam hatiye.
"Tê di digot, 'bikaranîna neyasayî hatiye diyarkirin. Ger dubare bibe, wê karta te betal bibe.' 600 lîre cezayî didin. Ger ez careke din bêm hişyarkirin, wê betal bibe û ceza bidin. Paşê min bi IBByê re têkilî dananî lê min derbarê mijarê de tweetek weşand. Tew bersivî jî nedan tweeta min.
"Ez heftê çar rojan diçim dibistanê û çi cara ku ez li basê siwar dibim, ez guharên xwe derdixim, kumê xwe dixim serê xwe. Ez bifikar im û ditirsim ku tiştek bê serê min."
"Karta min wê betal bibe, ez nizanim çi bikim"
Berk:
"Ez mêrekî trans im û min hîna zayenda xwe ya di nasnameyê de neguhertiye. Zayenda min a xuya dike û zayenda min a nasnameyê li hev nayên. Dema ez li basê siwar dibim, hin pirsgirêk derdikevin. Berê, ajokaran digot 'tiştek heye', 'tu akbîla hinên din bikar tînî'. Hêrs dibûn û hişyar dikirin. Min jî behsa xwe dikir.
Lê niha sîstem guheriye. Dema nasnameyeke ku ji ya sîstema wan de cuda be, dema zayend li hev dernekevin, hişyariyê didin. Ji min re heft peyamên hişyariyê şandin. Di vê rewşê de wê karta min betal biki û ez ê neçar bimînim ku bi qasî 600 lîreyî cezayî bidim. Ez nizanim çi bikim."
"Çi karê min bi nasnameya te nîne"
Denîz:
Denîz dema hatiye Stenbolê, di hefteya pêşiyê de bi vê rewşê re rûbirû maye.
"Rojekê dema ez li basê siwar bûm, ajokarî ji min pirsî û got, 'ev kart ya te ye'. Min got erê ya min e. Wî jî got, 'ma tu jin jî'. Min got erê, kart ya min e, nasnameya min li vir e tu bixwazî ez nîşanî te bidim. Got, 'çi karê min bi nasnameya te nîne, tu ne jin i'. Min got, 'Binêre vaye di nasnameyê de jin dinivîse'. Min got, ev nav ê min e. Di nasnameyê de jî heman navî dinivîse, ti pirsgirêk nîne. Min got kart a min e û ez çûm li cihê xwe rûniştim.
"Piştî pênc deqîqeyan, ajokarî ji bo bikaranîna şaş, agahdarî şand. Ji ber ku haya min ji rewşê wisa heye, dema hişyarî şand, min fam kir û ez çûm cem wî. Min got, ev a ku te kirî, ne yasayî ye, ez ê giliyê te bikim. Vê gilîkirina xwe bi şûn de bikişîne û agahdariyê rast bikin, min nasnameya xwe nîşanî te da, lê tu dîsa jî ji bo bikaranîna şaş agahdariyê dişînî.
"Ji min re got ku, 'ez ne mecbûr im li nasnameya te binêrim. Li wir jin dinivîse, tu ne jin î tu mêr î'.
"Dema ez hê di nava basê de bûm, min telefonî 153yê kir û min giliyê wî kir. Dema dît, ez giliyê wî dikim, bêhtir bihêrs bû û vîdeoya min kişand. Dema dikişand vîdeoyê digot 'Hûn bibêjin, ev kes jin e yan mêr e, ez çi bikim, ez karê xew dikim.'
"Mirovan bertek nîşan dan, dêya min jî li bal min bû, wê jî bertek nîşan da. Di wê demê de li heqaretên xwe dewamdikir. Li mirovan nêrî û got, 'Ma ez neheq im, çi vê dişibe yê jinan' û gotinên nefretkirinê dewam dikir. Dema ev tişt dikir jî, bas jî diajot.
"IBB li gilînameya min venegeriya lê piştî min di Twitterê de nivîsand, bersiva min dan. Xwestin bibêjin bê ka çima van kontrolann dikin. Gotin, 'hinekên din kartên dayikan bikar tînin, nizanim penaber kartên kê bikar tînin'. Di wê de wî li ser nasnameya nîjadperestiyê û yê din, zimanekî cidakar bikar anîn."
Ûslû: Kesan dikin hedefa gefan
Dilxwazê Komeleya Piştevaniya LGBTI+an, Lambdaistanbûlê Niyaz Ûslû ku li ser van mijaran lêkolînan dike û derbarê mafên bajarvaniyê yên transan de li Beşa Zanista Esasî ya Xebatên Jinan a Zanîngeha Stenbolê tezek nivîsiye, got:
"Dema akbîlê pê lê dikin, ajokar di ekranê de tîpa Jyê an jî ya Myê dibîne. Bi vê re, li gorî şekl û şemalê kesên li beramberî xwe dibêje, ev kar ne ya te ye û nasnameyê dixwaze.
Di van rewşan de ajokar, an qet tiştekî ji kesên li beramberî xwe re nabêje û bi bêdengî ji bo bakaranîna neyasayî agahdariyê dişîne yan jî di basê de wî/wê kesê bi rengekî vekirî dike hedef. Di encamê de wî/wê kesê/a nasnameya wî/wê aşkere dibe, ji ji bo gefan dibe hedefeke vekirî.
"Ûsluyî diyar kir ku divê mafê agahdarkirina bikaranînê ya neyasayî ji ajokaran bistînin û ajokar di mijara zayenda civakî de perwerde bibin lê tekane çavkaniya pirsgirêkê ne ajokar in. Ûsluyî got ku divê şaredarî li gorî plana çalakiyê ya wekheviyê ya herêmî, polîtîkayên berfirehtir bi pêş bixe. (ED/HA/FD)