* Fotograf: Pixnio.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Îzmîrê derbarê qetilkirina kûçikên li Çavdêrîxaneya Şaredariya Bayindirê de tevî ajalparêzan wê sibê saet 12.30 deqîqeyên nîvro, li ber avahiya Edliyeya Bayindirê bicivin.
Baroyê di daxuyaniya xwe de gotiye wan derbarê kuştina kûçikan a bi dermanan û binaxkirina wan li Taxa Tûranliyê, serî li dozgeriyê daye lê delîlên ku wan di daxwaznameya xwe de nîşan dane bi rengekî berfireh nehatine lêkolînkirin.
Çi bûbû?
Hi kesan serî li Komîsyona Mafên Ajalan a Baroya Îzmîrê daye û gotiye ku li Çavdêrîxaneya Şaredariya Bayindirê bi sedan kûçik û herî dawî di navbera 07.07.2022 û 08.07.2022yê de 14 kûçik hatine kuştin û li Taxa Tûranê hatine binaxkirin.
Piştî ku giliyê vî tiştî hatiye kuririn, parêzerên ji Komîsyona Mafên Ajalan berpirsiyar, çûne Bayindirê û li cihê bûyerê lêkolîna van îdiayan kirine û baroyê gilîname dane.
Serdozgeriya Bayindirê bi daxwaza Baroyê re çûye cihê ku kûçik lê hatine binaxkirin û ser wan nehatiye girtin û mînak ji kûçikên mirî wergirtine.
(TY/FD)