Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Şaredariya Bolûyê pêşniyarên cidaxwaz ên Şaredarê Bolûyê, Tanjû Ozcanî yên derbarê biyaniyan de qebûl kiriye.
Tanjû Ozcan bi gotinên xwe yên nîjadperest û zayendperest tê naskirin.
Duh (22ê Çiriya Paşiyê) 2yem Civîna meha Çiriya Paşiyê ya Şaredariya Bolûyê pêk hatiye. Tanjû Ozcan, Şaredarê Bolûyê jî weke serok beşdarî civînê bûye.
Tanjû Ozcanî beriya niha xwestibû ku avê deh qatan zêdetir bifiroşin kesên biyanî û heqê mehrbirîna biyaniyan jî zêde bikin.
Di civîna Meclîsê de ev pêşniyarên Ozcanî bi pirengî hatine qebûlkirin. Li gorî vê biryarê wê metrekupa avê bi 2 dolar û nîvan bifiroşin biyaniyan.
Her weha kesên biyanî dema bizewicin wê heqê mehrbirînê 100 hezar lîreyê tirkan bidin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, koma Hevbendiya Komarparêz li dijî vê biryarê derketine lê daxwaz bi dengên endamên koma Hevbendiya Gelî hatine qebûlkirin.
Piştî qebûlkirina pêşniyaran Tanjû Ozcanî ji rojnamegeran re wiha gotiye:
“Dema du biyanî li Bolûyê ji bo zewacê serî li şaredariya me bidin, me heqê mehrbirînê kir 100 hezar lîre. Me bi pirdengî ev biryar da. Mijara duyem jî standina heqê avê ya ji biyaniyên li Tirkiyeyê mafê wan ê manê heye ku wê li gorî 2 dolar û nîvan were hesabkirin. Ev ne ji bo hemû biyaniyan e. Ji bo wan biyaniyan e ku li gorî qanûna hejmar 4658an mafê wan ê manê heye. Ev biryar ne ji bo wan kesan e ku statuya wan a penaber an jî koçberiyê ya li gorî Peymana Cenêvê heye û penaxwazên ku li gorî pîvanên Neteweyên Yekgirtî tên parastin. Yanî ji bo wan kesan e ku li Bolûyê mafê wan ê manê ango danişînê heye.” (KÖ/FD)