Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Miduriyeta Îcrayê ya Panosê, ji ber deynên dema Cem Afşîn Akbayê AKPî hesabên banqeyê yên Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) asteng kiriye.
Şaredariyê têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku hesabên wan ji ber deynên qonaxa beriya niha hatine bloqekirin û wê nikaribin deynên xwe yên esnafan razînin.
Hevşaredar Muşerref Geçerî têkildarî mijarê axiviye û weha gotiye:
“Weke şaredarî dixwazin me û gel bînin dijberî hev. Ji ber astengkirina hesaban gelek kar li navçeyê rawestiyan. Li navçeyê hemû wesayîtên ku bi sotemeniyê dixebitin ji ber sotemenî tunebû îro nexebitîn. Em ê şaredariya HDPê ji armancên wan ên xerab re nehêlin. Em ê giliya Miduriyeta Îcrayê bikin.”
136 mîlyon lîre deyn
Cem Afşîn Akbay di navbera salên 2014-2019an de li navçeya Panos a Agiriyê şaredarê AKPyê bûye û di Tebaxa 2021an de jî bi Biryarnameya Serokomariyê ji bo qeymaqemtiya Gorele, navçeya Gîresûnê hatibû tayinkirin.
Hatibû gotin ku Akbayî Şaredariya Panosê bi qasî 136 mîlyon û 410 hezar 524 lîreyî deyîn radestî HDPê kiribû.
(TP/AY)