Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî ji ber ku ji faîza deynê xwe yê avê bihuriye, lêpirsîn li Berîvan Helen Işik û Peyman Dara Tûrhan, Hevşaredarên Sêrtê yên kayûm li şûna wan hatibû tayînkirin û 25 endamên meclîsê yên Şareradiya Sêrtê vekiriye.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî destûra lêpirsînê daye.
Meclîsa Şaredariya Sêrtê di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryarek daye ku di sala 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê xwe yê avê bibihure. Piştî vê biryarê di navbera 6ê Kanûna Paşiyê û 6ê Tîrmeha 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê 2 hezar û 413 aboneyên avê bihuriye. Ango ji 861 hezar û 956 TL deynê avê 761 hezar û 908 TL jê biriye.
Endamên Meclîsê yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî piştgiriya vê biryarê dane. Di vê navberê de roja 22yê Gulana 2020an kayûm tayîn kirin li ser Şaredariya Sêrtê.
Di 4ê Îlona 2020an da hayê Serokatiya Lijneya Kontrolkirinê ya Mulkiyeyê ji vê rewşê çêdie û dest bi lêkolînê kiriye. Serokatiya Lijneyê di encama lêkolîna xwe de gotiye ku jêbirina faîza deynê avê yê welatiyan li dijî qanûnan e, şaredarî nikarin bê şert û merc hemû faîza deynê avê jê bibin, erka rêjeya kêmkirin û zêdekirina bihayê avê tenê di destê Serokomarî de ye, ti erk û wezîfe nedane meclîsa şaredariyan. Serokatiyê her weha destûra lêpirsînê ji Wezîr Soylûyî xwestiye.
Suleyman Soylûyî di 22yê Sibata 2021an de destûra lêpirsînê daye Walîtiya Sêrtê. Walîtiya Sêrtê jî di 5ê Gulanê de nivîsek ji Şaredariya Sêrtê re şandiye û xwestiye ku wan belgeyên di destên xwe de bişînin.
Hevşaredar Işik: Me xizmeta gelî kir
Berîvan Helen Işik, Hevşaredara Sêrtê ya ku kayûm tayîn kirine li şûna wê bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: “Me xwest em bi tenê alîkariya gelî bikin.”
Işikê diyar kir ku ew bi tenê ji deynê faîzê bihurîne û wiha dewam kir: “Di wê demê de me weke meclîsa şaredariya ev biryar ku bêkarî zêde bûbû, gel xizantir bûbû. Demeke gelekî dirêj bûbû ku ev deyn nedihatin dayîn. Me him bi vî awayî hişt ku mirov deynên xwe bidin him jî xwest biçekî alîkariyê bidin kesên rewşa wan a aboriyê nebaş e.”
Tûrhan: Li Amedê û Êlihê jî heman tişt heye
Dara Tûrhan, Hevşaredarê Şaredariyê jî wiha got: “Me tercîhek danî ber niştecihên bajarî yên ku ji ber rewşa nebaş a aboriyê nikarin deynên xwe yên avê bidin. Biryara meclîsa şaredariyê biryareke rast bû. Biryareke di cih dabû.
“Welatiyan bi helwesteke erênî ev kiryar pêşwazî kir. Şaredariya Sêrtê bi vî awayî deynên xwe kom kir. Li gelek meclîsên şaredariyan ên AKPyî û CHPyî jî weke biryar ku me daye biryar hatin dayîn. Hîna jî li şaredariyên Êlih û Amedê yên kayûm wan bi rêve dibin, faîzan kêm dikin û deynên avê kom dikin. Dibe ku ji ber HDP ev biryar li Sêrtê daye lêpirsîn vekiribin.”
Kebapçi: Me ziyan negihandiye şaredariyê
Muhsîn Kebapçi, endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê yê AKPyî jî wiha got: “Me nedizanî ku ev biryar li dijî hiqûqê ye. Me got qey li berjewendiyên welatiyan e. Em ê li dijî biryara lêpirsînê derkevin.” (HA/FD)