infografik: Yağmur Karagöz/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiye êdî ne tenê di warê mafên sereke de, her wiha di warê berjewendiyên herêmî de jî ji Yekitiya Ewropayê dûr ketiye. Li welêt bi yekcarî dijberî Belgeya Stratejîk a Mafên Mirovan ku divê di çarçoveya wê de heta 2023an reform çêbûna, binpêkirinên cidî yên li dijî azadiya çapemeniyê pêk tên.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Biayê ya Tîrmeh – Tebax – Îlon 2020an dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê êdî rojnameger ji ber ku Padîşah rexne dikin tên desteserkirin, kanalên televizyona bi heman hincetê bi maweya pênc rojan tên bêdeng kirin. Wek rêya anîna rojnamegerên sirgûnkirî ji bo welêt, hewl didin dest dayînin ser mal û milkên wan. Taybetî ji bo rojnamegerên herêmî her ku tundkarî berbelav dibe û pê re jî bê ceza dimîne.
Tirkiye li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSF’yê ji nav 180 welatan di rêza 154’an de ye. Ji wan welatan e ku herî zêde girtina rojnamegeran lê pêk tê Tirkiye ye. Piştî sansura keyfî û domdar a li ser nûçegihaniya online û ji niha û pê de jî wisa xuya dike ku dê platformên medyaya civakî jî werin astengkirin.
89 rojnamevan ji ber TCK, TMK, MÎT BDDK û SPKyê gumanbarin
Ji serokkomar Erdogan û rayedarên desthilatê re ne xem e ku piştî desthilata xwe ya 18 salan ji bo azadiya çapemenî û ramanê ya herî baş hêvî bikin.
Lê belê Rapora Çavdêriya li Medyayê ya Biayê destnîşan dike ku 81 rojnameger ji ber Qanûna Ceza ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK), Qanûna MÎTê, Qanûna Saziya Birêxistinkirin û Çavdêriya Bankevaniyê (BDDK) û Qanûna Pîyaseyên Sermiyanê (SPK) bi giştî 7 muebbet û 760 sal û 3 meh cezayê girtinê hene. 8 rojnamevan jî milyonek û 410 hezar TL bi daxwaza tezmînatê re rû bi rû ne. Rêxistinên rojnamevanan ên neteweyî û navneteweyî di 3 mehên dawîn de li her derê bertek nîşanî vê yekê dane.
Zîndanî kirin, kontrola edlî, dest danîna ser mal û milkan
Gerînedeyê weşanê yê malpera Oda TVyê Bariş Pehlîvan ji ber ku nûçeya cenazeyê endamekî MÎTê yê ku li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû, çêkiriye, hatiye girtin. Nûçegihana wê Hulya Kilinç bi tawana “bi xebatên îstixbaratê aşkerakirina agahî û belgeyan” 3 sal û 9 meh ceza danê, rayedarên rojnameya Yenî Yaşamê Aydın Keser û Ferhat Çelîk, her wiha Murat Agirel ê nivîskarê rojnameya Yenîçagê ji xala 27/3 a Qanûna MÎTê 4 sal, 8 meh û 7 roj cezayê girtinê danê. Pehlîvan, Kilinç ve Agirelî bi şertê kontrola edlî serbest mane. Muyesser Yildiza ku bi îdiaya “sîxuriya leşkerî” hatiye girtin, ev 4 meh e di girtîgehê de ye.
Nûçegihanê rojnameya Die Welt yê Tirkiyeyê Denîz Yucal piştî ku salekê bi awayekî keyfî hatiye girtin. Bi tawana “propagandaya rêxistinê” 2 sal, 9 meh û 22 roj ceza danê. Rojnamegerê li sirgûnê Can Dundar ku ji dosyaya “TIRên MÎTê” tê darizandin. Bi îdiaya “Belgeyên ku divê veşartî bimînin, bi rêya sîxuriyê temîn kirine” mal û milkên wî yên li Tirkiyeyê, heke heta 15 rojan tev li doza xwe ya li Stenbolê nebe, dê dest dane ser.
Herî kêm 4 rojnameger hatine desteserkirin
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2020an de herî kêm 4 rojnameger hatine desteserkirin. Hakan Gulseven bi gumana “heqareta li serokomar”, Oktay Candemir ji ku rêzefîlmên ku navên padîşahan tê de hene, rexne kirine, bi tawana “heqareta li bîranîna kesan” hatine desteserkirin. Rojnameger Hakan Aygun ji ber îdiaya “nirxên olî biçûk dîtine” ku berê ji ber wê hatibû girtin û nehatiye îfade dayînê, heman tişt hatiye serê wî jî.
Sîbel Hurtaş ku dixwest çalakiya parêzeran a li dijî guherandina birêvebirina baroyan bişopîne, hatiye derbkirin û desteserkirin. Hurtaşê diyar kiriye ku dê giliyê vê yekê bike.
Ji 11 rojnamegeran ku êriş lê hatine kirin, 9 jê herêmînin
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2020an de taybetî êrişên li ser rojnamegerên li herêman di rojevê de bûn. Di vê demê de 11 rojnameger û cemiyeteke rojnamegeran (Nevşehîr) rastî êrişên fizîkî hatine. Her wiha li Amed, Xarpêt, Îzmîr, Antalya, Ordu, Bursa û Stenbolê 9 rojnamegerên li herêman, hatine derbkirin. Ev tundkarî bi hincetên cihê pêk hatiye. Pêvajoya piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bi bîr xistiye ku gelek rojnameger wê demê ji ber ku “Tifaqa Cimhûrî” rexne kiriye, li nava kolanan rastî tundkariyê hatine.
Di vê serdemê de gef û êrişên devkî herî kêm li 5 rojnamegeran hatiye kirin. Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî Tele1 TV, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Terkoglu û ji rojnameya Sozcuyê Saygi Ozturk kiribû hedef. Ji ber ku wan ew rexne kiribû. Selamî Şahîn, Endamê meclisa MHPê jî gef li Şîrîn Payzinê xweriye.
Di heman serdema sala par de, herî kêm 3 rojnameger rastî êrişên çekdarî û yên polîsan hatine. Erişeke devkî li medyayekê kirine û gef li rojnamevanekî xwarine. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an zêdetir rojnamevanên ku AK Partî û MHP rexne kirine, li ser wan êriş çêbûn û gef lê xwarine. Herî zêde jî bandor li rojnamegerên li herêman (Balikesîr, Mêrsîn) kirine.
“Heqareta li Serokkomarî”: Ji 11 rojnamegerên tên dadgehkirin sê jê nû ne
Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de, heşt rojnameger (Mustafa Hoş, Ahmet Sever, Engîn Korkmaz, Mustafa Sonmez, Oktay Candemîr, Cem Şîmşek, Erk Acarer û Necla Demîr) ji ber dîtin û rexneyên xwe yên derbarê Serokkomar Erdogan de yên di nivîs û pirtûkên xwe de, bi îdîaya “Heqareta li Serokkomarî” kirine bi daxwaza 37 sal û 4 mehan cezaya girtîgehê hatine dadgehkirin.
Ji bo Fatîh Portakalî îdîanameyeka nû hatiye amadekirin û ji bo Mustafa Sonmezî dozên nû hatine vekirin, bi heman sûcî gilîyê peyamnêrê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel li dozgerîyê hatiye kirin û lêpirsîn derbarê Haci Bogtekînî de hatiye vekirin.
Par heman serdemê, pênc rojnameger bi yekûnî 18 sal û 8 mehan cezaya gîrtîgehê dihatin dadgehkirin. Xala 299. ya Qanûna Cezayan a Tirkan(TCK), ji Tebaxa 2014an heta 1ê Çirîya Pêşîn ya 2020an, zemîn amade kiriye ku herî kêm 61 rojnameger mehkûmî cezayên girtinê, girtina texirandî û pereyan bibin.
Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn di hedefa Soylûyî da ye
Dadgeha Qanûna Bingehîn, di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de, derbarê 62 caran astengkirina sendika.org û peyrewên wê da biryara îxlalê dane. Di rabirdûyê de, ji ber biryara îxlalê ya derbarê Tuncay Ozkan-Mustafa Balbay, Can Dundar û Erdem Gulî de bi desthilatê re arîşe jîyabû; herî dawî ji ber dosyeyeka li ser “azadîya birêxistinbûnê” bû hedefa Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylûyî.
DMMEyê naxebite, serokê wê jî di geştê de ye
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME), di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2020an de, hikim daye ku “mafê ewleyî û azadîyê” û “mafê azadîya xweîfadekirinê” yê Ragip Zarakolû, rojnameger, nivîskar û mafparêz hatiye binpêkirin. DMMEyê biryar daye ku Tirkîye 6 hezar û 500 ewro tezmînata manewî bide Zarakoluyî.
Robert Spanoyî, Serokê DMMEyê di serdana Tirkiyeyê de, nasnava doktorayê ya rûmetî ji Zanîngeha Stenbolê standiye, ji Serokkomar Erdogan heta Akademîya Dadê çend serdanên fermî kiriye lê hesabê sazgehên civaka sîvîl nekiriye û vê yeke ji ber hêmana “alînegirîyê” bertekeka mezin derxistiye holê.
RTUKê 46 jê cezaya pereyan û 15 car weşan dane rawestandin
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2020an de ji ber weşanên nûçe û bernameyan 46 caran cezaya pereyan û 15 caran cezaya sekinandina weşanê dane TVyan. Di vê serdemê da tu ceza li radyoyan nehatiye birîn. Lijneyê bi giştî milyonek û 190 hezar û 026 TL cezaya pereyan ya îdarî daye TVyan.
Di vê demê de, kanala TELE 1ê, ji ber gotinên gerînendeyê giştî Merdan Yanardagî yên derbarê Abdulhamîdî da pênc rojan hatiye girtin. Halk TV jî, ji ber rexneyên Ayşenûr Arslanê yên derbarê politikaya derveyî de pênc rojan ceza stendiye û di serê meha Çirîya Pêşîn de hatiye girtin.
Par heman demê, RTUKê, ji ber weşanên nûçe, film û bernameyan 9 cezayên pereyan û 5 sekinandina bernameyan dabû sazgehên TVyan. Di heman demê de tu ceza li radyoyan nehatine birîn. Lijneyê, bi giştî milyonek û 180 hezar û 146 TL cezaya pereyan dabû.
Lêgerîna mafî heta cihekîye, bêcezatî li gor şexsane
Doza kuştina nivîskarê siûdî yê rojnameya Washington Postê Cemal Kaşikçi ya li Balyozxaneya Stenbolê ya ji alîyê Erebistana Siûdî ve, dest pê kiriye, derbarê kuştinê de îdîananmeya duyem jî derketiye. Li alîyê din, doza derbarê Hrant Dinkê ku di 19ê Kanûna Paşîn de li Şîşlîya Stenbolê hatibû kuştin ku peywirdarên fermî tên darizandin ev çar sal in berdewam dike. Dadgehê ji bo ku yekser biryarê bide, dev ji guhdarîkirina peywirdarên Teşkîlata Îstixbarata Netewî(MİT) berdaye ku rojnameger li Walîtîya Stenbolê hişyar kiribû. Di dadgeha kuştina rewşenbîr û rojnameger Mûsa Anterî ya di sala 1992yan de, ne Mahmût Yildirimî yê bi koda “Yeşîl” hate dîtin û ne jî îfadeya îtîrafkarê PKKyê û elemanê MİTê Abdulkadîr Aygan (Azîz Tûran) yê li Swêdê hatiye stendin.
Bersûcên ku ji ber ku e-nameyên bigef şandibûn ji Weqfa Hrant Dinkî ra girtî dihatin darizandin hatin tehlîyekirin. Rojnamger Bariş Pehlîvan ku roja hate girtin li ber derîyê Girtîgeha Sîlîvrîyê lêdan xwar, ji bo serîlêdana xwe li hêvîya biryara Wezareta Dadê ye. Doza Mehmet Altanî ya ji ber “girtina neheq” dest pê kir ku Altanî li gel biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn piştî teşebisa derbeyê 656 rojan di girtîgehê da mabû. Doza Farûk Bîldîrîcî ya li dijî betalkirina endamtîya wî ya RTUKê, bi îdîaya ku Bîldîrîcî bi daxuyanîyên xwe “alînegirî têk birîye” hate redkirin.
Heft kes ji kar derxistine, du kes jî neçar hîştinê kar berdin
Di sê mehên dawîn de, di NTVyê da heft xebatkarên medyayê ji kar hatine derxistin. Fatîh Portakalê pêşkêşvanê nûçeyan yê FOX TVyê ku bere ji “endamtîya FETOyê” lêpirsîn ji bo wî dihat meşandin, niha jî ji ber “xerakirina îtibara aboriyê” tê darizandin. Dev ji karê xwe berdaye. Ferît Demîrê ku ev 21 sal in di Ajansa Nûçeyan ya Demîrorenê de dixebitî jî vê demê neçar ma ku dev ji karê xwe berde.
Ji 45 xebatkarên bisendika yê rojnameya Hurriyetê ku berê ji kar hatibûn derxistin doza îadeya karî ya 23 kesan dê di 8ê Çirîya Pêşîn da pêk were. 35 rojnamegerên ku li sazgehên Olay TV û Olay FMa ku di 1ê Çirîya Paşîn de hatibûn girtin, ji kar hatibûn derxistin ji bo lêgerîna mafê xwe serî li dadgehê dane. Mustafa Aşçiyê xebatkarê kevn yê TRTyê di doza îadeya karî da bi ser ketiye.(NÖ/AY)