Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya meha Îlonê ya Wêjegah Amedê diyar bû. Di meha Îlonê de Wêjegah Amed wê mazûvaniyê li Bavê Nazê bike.
Bavê Nazê, di sala 1971ê de, bi çîroka xwe ya bi navê “Navê Min Xoşnav” e, dest bi nivîskarîyê kir û bi romana xwe ya bi navê “Çîyayên Bi Xwînê Avdayî” ku di sala 1978an de nivîsî, di demeke kurt û di nav xwendevanên ciwan de eleqeyeke mezin dît. Paşê jî, romana wî ya bi navê “Stockholmê Te Çi Dîtiye” deng li xwe belav kir.
Nivîskar, Bavê Nazê, wê biçe Amed û Mêrdînê. 8ê Îlonê êvarê saet di 8an de li Mawa Kitapê, 9ê Îlonê piştî nîvro saet di 4an de jî li Wêjegeh Amedê, bi moderatorîya Îbrahîm Xort, wê gotûbêj pêk bên. Her weha wê pirtûkên xwe îmze bike.
Abdullah Aren Çelik, bi Mehmet Mahsum Oral re, li ser pirtûka wî ya dawî ya bi navê “Hin Bayên Muptelayên Malê” gotûbêjê dike. Gotûbêj, wê roja 24ê Îlonê, piştî nîvro saet di 4an de li dar bikeve.
Antolojiya Belongingsê çap bûye
Ji bo çapkirina Antolojiya Belongingsê wê nivîskarên antolojiye li Amed, Mêrdîn û Wanê gotûbêjên hevdem çêbikin.
Di vê antolojîyê de, nivîsarên pênc nivîskarên kurd û samî cî digirin ku wan pêşî di sala 2021ê de bi hevdîtinên dîjîtal, di warê çandî de hev nas kirin û di sala 2022yan de jî wekî serdanên beranberî war û welatên hev nas kirin û li ser van çalakîyan jî di nivîsarên xwe yên resen nivîsîn. Antolojî bi sê zimanan weşîya: kurdî, samîkî û ingilîzî. 30yê Îlonê piştî nîvro, saet di 4an de, li Wêjegeh Amedê, bi moderatorîya Lal Laleş û Seçkin Arslan digel Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq wê gotûbêja bi navê “Welatekî Pir Dûr”; li Wanê, li Nînova Dance and Theatreyê, bi moderatorîya Ramazan Kaya û digel Samî Hêzil wê gotûbêja bi navê “Çîroka Me”; li Mawa Kitapê, bi moderatorîya Mem Wenda û digel Salih Agir Qoserî wê gotûbêja bi navê “Gotinên Rastîyê”, bi awayekî hevdemî çêbibin. (FD)