Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yek ji girîngtirîn nivîskar, romanûs, helbestvan, wergêr û şanonûsên sedsala 20an Milan Kundera, di 94 saliya xwe de miriye.
Milan Kundera di 1ê Nîsana 1929an de li Brno (Moravya, wê demê navê wê Çekoslovakya bû) ji dayik bûye. Dersên destpêkê yên piyanoyê bavê wî dane wî û paşê ew bi xwe jî li ser etnomuzîkolojiyê xebitiye.
Di sala 1948an de perwerdeya xwe ya lîseyê li Brunnê temam kiriye û li Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Charlesî perwerdeya wêje û estetîkê dîtiye.
Di dema Şerê 2yem ê Cîhanê de bûye endamê Partiya Komunîstan. Lê di sala 1948an de ew ji partiye avêtine. Di sala 1956an de careke din ketiye nava Partiya Komunîstan û di sala 1976an de tevî nivîskarên mîna Václav Havelî û hunermendan ji partiyê hatiye derxistin.
Di sala 1981an de bûye welatiyê Fransayê û li Parîsê dijiya.
Ji ber navdartirîn romana wî ya bi navê “Nesnesitelná lehkost bytí” di sala 1988an de fîlmekî sînemayê hatiye amadekirin. Philip Kaufmanî derhênerî kiriye û Daniel Day-Lewîs û Juliette Binoche tê de lîstine.
Pirtûka wî ya bi navê “L'ignorance” bi navê “Nezanîn” ji bo kurdiya kurmancî hatiye wergerandin. (AÖ/FD)