Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Wêjegeh Amedê ya Kanûna Paşiyê ya 2023yê diyar bûye. Îsal ligel bernameyên wêjeyî, wê bernameyeke sînemayî jî pêk bê.
Fîlmê yekem ê metrajdirêj ê Lütfü Erdemî ê bi navê Pîrebok, bê nîşandan. Fîlmê Erdemî li Festîvala Fîlman ya Duhokê ya Navneteweyî, cara yekem hatibû nîşandan û hêjayî Xelata Fipresci hatibû dîtin. Nîşandana cara duyem a fîlmî wê di 6ê Kanûna Paşiyê de wê li Wêjegeh Amedê pêk bê. Piştî nîşandana fîlmî, wê gotûbêjek çêbibe. Di gotûbêjê de, wê Roza Erizin û Mahsum Çiçek, di çarçoveya rexneya sînemayê de, pirsan û şiroveyan bikin.
Îbrahîm Xort ku em heta vê demê wî bi xebatên wî yên li ser werger û edîtorîyê nas dikin, di pirtûka xwe ya bi navê "Berojk"ê de, bi pênc çîrokan, bi alîyên dramatîk û trajî-komîk, bala xwendevanan dibe ser rastînîya civakî û psîkolojîk ya ku di jîyana Kurdan de li dar e. Gotûbêja yekem a "Roja Nivîskar" a meha Kanûna Paşiyê, wê Îbrahîm Xort û pirtûka wî "Berojk"ê li xwe bike mêvan. Bername 7ê Kanûna Paşiyê ye.
Kristin Ozbey, digel pîşeya hemşîretîyê ku gelek sal in pê dadikeve, çîrok û helbestan jî dinivîse. Ozbey, ya ku bi nivîsa mîzahî, senarîstîya sitcomê û şanoyê re eleqedar dibe, sê pirtûkên bi navên "Sağanak Yalnızlık" (Tikûtenêtîya Rêjne-helbest), "Şevdank" (çîrok) û "Sorxêlî" (çîrok) weşandine û pirtûkên wê li zimanên tirkî, erebî û li zaravaya kurdî ya soranî hatine wergerandin. Kristin Ozbey, bi pirtûka xwe ya bi navê "Sorxêlî" bi moderatorîya Şêxo Filîk, di "Roja Nivîskar" de, wê bibe mêvana duyem ya Wêjegeh Amedê. Bername di 14ê mehê de ye.
Akademîsyen Siren Çelik ku werger û daneheva Antolojîya Helbestên Bîzansê kiriye û hevpîşeya wê Suna Çağaptay, dibin mêvanên "Kargeha Çandê." Bernameya navborî wê di 22yê Kanûna Paşiyê de li dar bikeve û wê Çelîk û Çagaptay behsa helbest û wêjeya di navbera sedsalên 4-15an de bikin ku bûye mijara xebata danehevê.
Mêvanê dawî yê meha Kanûna Paşiyê, Yücel Kayıran e ku fikira 'helbesta felsefîk' xistiye nav ramana helbesta tirkî. Gotûbêj wê di roja 29ê Kanûna Paşiyê "Roja Nivîskar" de çêbibe û wê helbestkar û rojnameger Vecdi Erbay moderatorîya gotûbêjê bike. (FD)