Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya meha Kanûna Pêşiyê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye.
Di vê mehê de nivîskar ilhami Sidar wê bi gotûbêja bi navê "Li ser şopa Proust" bibe mêvan. Sidar wê di 11ê Kanûna Pêşiyê de di çarçoveya wêjeyî, felsefî û polîtîk de û ji perspektîva navdeqî, li ser Marchel Proustî biaxêve ku Proust yek ji kevirê takêşê yê wêjeya Ewropayê yê sedsala 20î ye.
Di Roja Nivîskar de wê Türkan Elçi, li ser romana xwe ya bi navê "Qijika Şîn" biaxêve. Bername wê di 17ê Kanûna Pêşiyê de pêk bê.
Her weha Hicran Aslan jî wê di 24ê Kanûna Pêşiyê de beşdarî bernameya Roja Nivîskar bibe û wê li ser pirtûka xwe ya helbestan a bi navê "Min Ji Bo Wan Çav Xêz Nekir", pirsên Abdurrahim Kılıçî bibersivîne.
Di Kargeha Çandê de, Murat Kayış wê bi pêşkêşîya xwe ya bi navê "Dinyaya di Helbestê de Hilnayê", li ser lêgerînên nû yên derbirana helbestî nirxandinan bike. Bername di 25ê Kanûna Pêşiyê de ye.
Di heman rojê de wê Cezmi Ersöz wê, ji bo sohbeteke li ser jîyan û helbestê, bibe mêvanê Wêjegeh Amedê. (FD)