Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doza ku Beyza Kûralê, nûçegîhana berê ya bianetê (2012-2018) li sê polîsan vekiribû, îro bi encam bû.
Polîsan tundkarî li Kûralê kiribû û Kûralê doz li wan vekiribû. Dadgehê di biryara xwe de gotibû ku hewce nake peyketina bûyerê bê kirin û doz bêencam mabû. Parêzer Merîç Eyûboglûyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgeha Bingehîn gotibû ku mafê Kûralê hatiye binpêkirin. Piştî vê biryarê her sê polîs carek edin hatibûn dadgehkirin.
Dadgehkirin li Dadgeha 35ê ya Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Beyza Kûral û parêzera wê Merîç Eyûboglû beşdarî danişînê bûn. Polîsên bersûc beşdarî dadgehkirinê nebûn. Bi tenê parêzerê Y.Ş.yî, yek ji polîsan Bûrak Tûran li salonê amade bû.
Tûranî îdia kiriye ku ji bo lêpirsînê destûr nehatiye wergirtin û pêvajo hatiye destpêkirin û divê di vê qonaxê de biryara betalkirinê bêdayîn.
Tûranî her weha gotiye ku biryara Dadgeha Destûrî nayê wê wateyê ku "bila bersûc bê cezakirin" û "Polîsan di dema buyerê de ji rojnamegerê xwestiye ku karka xwe ya çapemeniyê nîşan bide. Şik bi hêzên ewlekariyê re çêbûye. Çi ye tişta ku çalakgeran û rojnamegeran ji hev cida dike? Li gorî gotinên şahidan, karta stûyî nebûye, karmendan şaşîtî kiriye. Diyar e ku xeta kirine û ne bizanebûn e. Çalakiyeke ku ji bo tedbîrê hatiye kirin, nehatiye desteserkirin. Her weha ji ber ku nûçe çêkiriye, mafê azadiya karkirinê jî nehatiye binpêkirin." Tûranî daxwaz kiriye ku miwekilê wî Y.Ş. beraet bike.
Eyuboglû: Bi zanebûn kiryareke xirab lê kirin
Piştî Tûranî Merîç Eyûboglû axivî û got ku hewce nake ji bo lêpirsînê destûr bê wergirtin û îdiaya Tûranî ji hêla hiqûqê ve bêbingeh e:
"Miwekîn ne tenê di dema ku karê xwe dikir de hatiye astengkirin. Bi zanebûn kiryareke xirab lê hatiye kirin. Dadgeha Destûra Bingehîndi biryara xwe de diyar dike ku bersûcan ji bo miwekilê biçûk bixin û bi armanca ku dersekê bidinê û ji bo ziyanê bidin hevgirtina laşê wê, ew tişt li wê kirine."
"Karta wê ya çapemeniyê di destê wê de ye, kameraya wê di stûyê wê de ye û di vîdeoya ku ew kêlî girtiye de, gelek caran tê bihîstin ku dibêje "ez çapemenî me, ez çapemenî me" dîsa jî dibêjen nehatiye famkirin ku rojnameger e, nabe em girîngiyê bidine vê.
"Digel ku dizanîbûn rojnameger e, ew desteser kirine, kelemçe li destê wê xistine û di otobisa desteserkirinê de hiştine û bi vî rengî ziyan dane hevgirtina laşê wê. Ev tiştekî kêfî ye. Ji ber wê jî divê ne tenê ji ber bikaranîna pîşeyê, her weha ji ber kiryarên xirab jî polîs bên cezakirin."
Kûral: Biryara wê dadgeh bide ji bo têkoşîna li dijî necezakirinê girîng e
Piştî Eyûboglûyê Beyza Kûal axivî û got: “Heft sal demeke dirêj e. Ji dema ku dadgehkirin destpêkiriye heta niha bersûc qet nehatin dadgehê lê yê min digel ku destûra min a welidandinê hebû, ez dîsa hatim vir. Min hewl da ku ez di danişînan de behsa derdê xwe bikim. Min hewl da ku bibêjim ev ne tenê tê serê min. Îro dema ez bixwazim danişînekê bişopînim û erkdar min asteng bikin, bi vê mafê min ê karkirinê tê astengkirin. Lê dema polîs bibêje 'Êdî wê tiştek ne weke berê be', ev ji astengkirina mafê min ê karkirinê zêdetir e. Me hîna bersûc nedîtine. Bi tenê parêzerê yekî ji wan heye. Diyar e ku bê ka çiqas girîngiyê didin dadgehkirinê. Li ber vî deriyî fetleke tundkariyê dizîvire. Li gorî nêrîna min, biryareke li dijî necezakirinê wê bê dayîn, wê di şikandina vê fetlê de mînak be. Li gorî nêrîna min, ev doz di têkoşîna li dijî sûcên li rojnamegeran tên kirin, girîng e. Li gorî nêrîna min di liv û tevgerîn polîsan ên li beramberî rojnamegeran de girîng e.”
Cezayê wan taloq bû
Piştî Beyza Kûralê dozgerê danişînê, nêrîna xwe ya di danişîna 4ê Çiriya Paşiyê de diyar kiribû, dubare kir. Piştî navberekê, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê ji ber sûcê "binpêkirina azadiya karî" 6 hezar TL cezayê pereyan li polîsê bersûc N.D.yî biriye. Her weha di biryara xwe de diyar kiriye ku ev ceza li 10 mehan bê parvekirin û bi vî rengî bê dayîn û her weha bicihanîna cezayî taloq bibe.
Ji ber heman sûcî polîsên bersûc, K.A. û Y.Ş. jî bi heman pereyî hatine cezakirin. Lê ji ber ku di dosyayeke din de ceza li herdu polîsan hatiye birîn, cezayê wan nehatiye taloqkirin.
Kûral: Baş e lê kêm e
Beyza Kûralê piştî danişînê derbarê biryarê de ji bianetê re got: "Cezakirin ji bo diyarkirina sûcî tiştekî baş e lê hîna hêleke kêm heye ku ew jî ceza sembolîk e û weke tenê mafê karkirinê hatibe astengkirin, nêzîk bûne."
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike. (HA/FD)