Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nadîre Mater, Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPS û Şêwirmendê Projeya bianetê dê sibê (12ê Çiriya Paşiyê roja Şemiyê) bibe mêvana arthereistanbulê.
Mijara gotûbêjê pirtûka bi navê "Mehmedin Kitabi" ya nivîskar û rojnameger Nadîre Materê ye. Materê gotûbêjên ku di navbera salên 1984-1998an de bi leşkerên ku li Başûrêrojhilat şer kirine kiriye di pirtûkê de aniye berhev. Gotûbêj saet di navbera 16.00-18.00an de li arthereistanbul a Kadikoyê wê bê şopandin.
Mater di gotûbêja bi navê "Pirtûkxaneya Ayakiziyê" ya ku di çarçoveya 17emîn Bîenala Stenbolê de tê kirin de dê behsa dîrok û aktueliya "Mehmedin Kitabi" a di sala 1999an de hatiye çapkirin bike.
Di pirtûka bi navê "Mehmedin Kirabi" de Materê cih daye gotin û dîtinên leşkerên ku di navbera salên 1984-98an de li Herêma Rewşa Awarte li Başûrê Rojhilat leşkeriya xwe kirine.
Beşdariya çalakiyê belaş e.
Navnîşan: Rasimpaşa Mahallesi, Beydagi Sokak, 3A, Kadikoy, Stenbol
(AO/AY)