Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya Kanûna Paşiyê ya sala 2022yan a Wêjegeh Amedê diyar bûye. Di yekem bernameya sala nû de Îlhamî Sîdar, Mîna Acer û Mehmet Guzeler bibin mêvanên bernameya “Roja Nivîskar” a Wêjegeh Amedê. Her sê nivîskar jî wê behsa pirtûkên xwe yên nû hatine weşandin, bikin. Ev bername wê li avahiya Weşanxaneya Lîsê ya li taxa Ofîsê pêk werin ku êdî wê bi navê Wêjegeh Kîtap kar û barên xwe dewam bike.
Di bernameya “Atolyeya Çîrokan” de wê nivîskar Sîdar Jîr behsa nivîsandina çîrokan bike. Atolye wê çar hefteyan bidome û naverok û detayên wê, dê paşê aşkere bibin. Ev bername wê li avahiya Wêjegeh Amedê ya li Dîclekentê ye, birêve biçe.
Di meha Kanûna Paşiyê de her weha wê bi navê kollektifanonê bernameyeke muzîkê pêk were. Di vê bernameyê de piştî endamên kolektîfhe wê Xodî derkeve ser dikê û performansekê pêşkêş bike. Ji bo beşdarîya çalakîyê divê hûn rezervasyonê bikin. (FD)