Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê careke din lêpirsînname ji bo Orhan Pamûkî amade kiriye.
Beriya niha bi îdiaya ku di pirtûka xwe ya bi navê “Veba Geceleri” (Şevên Webayê) heqaret li Mûstafa Kemalî kiriye lêpirsînname ji bo nivîskar Orhan Pamûkî amade bûbû. Lê lêpirsînname bêencam mabû.
Dadweriya Aştî û Cezayê ya Îzmîrê ev biryara bêencambûnê qebûl nekiriye.
Li ser vê rewşê Serdozgeriyê careke din lêpirsînname ji bo Orhan Pamûkî amade kiriye.
Li gorî nûçeya ku T24ê weşandie, parêzer Tarcan Uluk, endamê Baroya Îzmîrê giliyê Pamûkî li cem Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê kiriye.
Ulukî gotiye Pamûkî di pirtûka xwe de heqaret li Mûstafa Kemalî kiriye, di nava gel de kîndarî û dijminatî çêkiriye.
Ulukî axavtina ku Orhan Pamûkî di dema wergirtina xelata Nobelî de ji rojnameyeke Swîsreyê re kiriye jî xistiye nava daxwaznameyê.
Ji ber ku weşanxane li Stenbolê ye, Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê, dosye şandiye ber destê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê.
Orhanî îfadeya xwe daye dozgeriyê û gotiye wî di pirtûka xwe de behsa Mûstafa Kemalî nekiriye û ew tohmetan qebûl nake.
Dozgeriyê di biryara xwe de gotiye ku di pirtûkê de rasterast heqaret li Mûstafa Kemalî nehatiye kirin û hewceyî pêketinê nake.
Parêzer Uluk li dijî biryara dozgeriyê derketiye. Dadweriya Aştî û Cezayê lêkolîn li ser pirtûkê kiriye û gotiye, di hin beşên pirtûkê de tiştên heqaretê hene. Dadweriyê daxwaza dadgehkirina Pamûkî kiriye. (AÖ/FD)