Çavkanî: The Nobel Prize
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal Abdulrazak Gurnah hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelî dîtine.
Nobel Prize-ê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Ji ber behsa bandorên kolonyalîzmê ya di navbera çandan û parzemînan de û qedera penaberan bêtawîz û bi dilovanî dike.”
Romanûsê tanzanyayî li Mîrektiya Yekgirtî dijî û bi ingilîzî dinivîse. Gurnahî di sala 1948an de li Zanzîbarê ji dayik bûye.
“Paradise” (1994) a ku him ji bo Xelata Bookerî him jî ji bo ya Wihtbreadê bûbû namzet, “Desertion” (2005) û “By the Sea” (2001) ya ku him ji bo Bookerî him jî ji bo ya Los Angeles Timesê bûbû namzet, romanên wî yên balê dikişînin. (AÖ/FD)