Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka Nevîn Reşan Gungorê ya bi navê "Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd" çap kiriye.
Nivîskarê pirtûk di encama xebateke 20 salan de amade kiriye û bi kurdî, tirkî û ingilîzî weşandiye. Nevîn Reşan Gungorê di destpêka pirtûkê de bi awayekî berfireh û dîsa bi her sê zimanan behsa naveroka pirtûkê kiriye.
* Kovara Toplumsal Tarihê, Hejmar: 111, Adara 2003an, Wêneyê Bergê
Gungorê di vî beşî de bi sernavên "Hewcedarî û Geşedana Lixwekirinê", "Erkên Lixwekirinê", "Nîşaneyên Çandî" û "Neteweyî yên Lixwekirinê", "Li ser Modeyê", "Xişr: Jina Kurd û Xişrên wê", "Dîroka Cilûbergên Jina Kurd" û "Mebest û Armancên vê Xebatê" û dîsa bi her sê zimanan behsa armanca xebata xwe û teoriya vê xebatê kiriye.
* The Jews of Kurdistan: Daily Life, Customs, Arts and Crafts, The İsrael Museum, Jerusalem 2000, s. 86,
Nivîskarê, li gor van armancan digel arşîva xwe ya şexsî, ji gelek arşîv û mûzeyan sûd girtiye û ev berhem amade kiriye. Her weha wê bi xwe cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî xêz kirine.
* The Kurdish Museum, Stockholm, Sweden
Pirtûka 200 rûpelî ji van naverokan pêk hatiye: Cilûberg, Kofî, Aksesûwar û Xişr, Gore û Sol, Nîgarên Destî yên li ser Qumaşan, Makîneyên Tevnê û Aletên Destî, Qalibên Cilan û Xişir.
Nevin Reşan Gungorê di nivîsa "Destpêkê" de diyar kiriye ku wê xwestiye cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê xelas bike û bi vî awayî vê mirasa qedîm li ser piya bihêle û derbasî pêşerojê bike. (FD)