Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara 44an a kovara “Kürt Tarihi” çap bûye. Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî kovarê her ji sê mehan carekê çap dike.
Kovarê di berga xwe de cih daye nivîsek derbarê têkoliya di navbera “Hikûmeta Enqereyê û Şêx Mehmûd Berzenciyî.” Husnu Gurbey û Mahsunî Gul ev nivîs nivîsandiye.
"Kürt Tarihi" meha borî “Têkiliya Kurdan û Yewnanan” kiribû mijara dosyayê. Di vê hejmarê de jî heman dosye dewam kiriye. Di vê hejmarê de dua nivîsên Murat Issiyî dua jî yên Tahinxan Giraviyî hene.
Kovarê di vê hejmarê de nivîseke derbarê îdiayên dîroknas Taner Akçemî de weşandiye ku Akçamî gotibû axa û begên kurdan beriya qirkirinê “mafê şeva destpêkê” bikar tanîn. Li gorî vê îdiayê, dema bûk û zavayekî ermen dizewicîn, beriya zavayî, “axa û begên kurdan şeva destpêkê ya zewacê dest datanîn ser bûkê”. Firat Aydinkayayî derbarê vê îdiayê de nivîsek nivîsandiye.
Ji bilî van nivîsan nivîseke Rohat Alakomî ya bi navê “Serpêhatiya Levhayeke Kincên Rohilatê” jî di vê hejmarê de hatiye weşandin. (FD)