Lijneya Pêşbirka Xelata Helbestan a Arjen Ariyî encama pêşbirkê aşkere kiriye. Li gorî vê encamê, lijneyê biryar daye ku 9em Xelata Helbestan a Arjen Ariyî bidin, Welat Esen. Welat Esenê ku 26 sal in girtî ye bi dosyeya xwe yabi navê “Ev Rû, Ev Xerîbî” beşdarî pêşbirkê bûye.
Weşanên Sor û malbata Arjen Ariyî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku, ji ber pandimeyê ew daxuyaniyê nivîskî didin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirine.
Li gorî daxuyaniya dane, îsal 9 kesan serî li pêşbirkê daye. Juriya ku ji Evîn Şikakî, Îrfan Amîda, Muyed Teyîb, Berken Bereh û Necla Ariyê pêk hatiye piştî nirxandina dosyeyan dengên xwe dane. Di encama dengdayînê de dua dosyeyan weke hev deng bidest xistiye û di qonaxa duyem a dengdanê de Welat Esen hêjayî xelatdayinê dîtine.
Xelata Rûmetê dane Kadir Înanirî
Saziyê her weha biryar daye ku îsal Xelata Rûmetê bidin Kadir İnanırê lîstikvanê sînemayê. Di daxuyaniya nivîskî de sedema xelatdayîna Kadir Înanirî wiha diyar kirine: “Li Tirkiyeyê bûye ku kes nikare fikrên xwe bi serbestî bîne ziman, daxwaza mafên demokratîk bike. Zext û zordarî her ku diçe zêde dibe. Erîşkariya bi ser kurdan û daxwazên wan ên demokratîk de girantir dibe. Di van şert û mercan de rêzdar Kadir Înanır tim daxwaza aştiyê û mafên gelê kurd aniye ziman û daxwaza çareseriya kêşeya kurd kiriye û di vî warî de gotina xwe texsîr nekiriye.”
Weşanxaneyê diyar kiriye ku heke rewşa pandemiyê destûrê bide wê merasîma xelatdanê rû bi rû bê lidarxistin, heke na wê bi awayeke online li dar bikeve.
Derbarê Welat Esenî de
Welat Esen di sala 1973an de li Dêrika Çiyayê Mazî jidayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991ê de li Zanîngeha Dîcleyê, di beşa Mamostetiya Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye. Di berfanbara 1995an de li Îzmîrê hatiye girtin. 26 sal in girtî ye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Buca, Konya, Sincan, Kırıkkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.