Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Sibatê aşkere kiriye.
Di bernameya Wêjegeha Amedê de çend mijarên cihereng wê werin pêkanîn.
Bi bernameya bi navê “Roja Nivîskar”, nivîskarên ji wêjeya kurdî û tirkî, tevlî pirtûkên xwe, wê werin ba hev.
Di çalakîya “Kargeha Çandê” de, bernameyeke bi nêrîna rexneya Marksîst ya li ser rojanebûna berhênana agahîya sosyolojîk wê li dar bikeve. Vê mehê, bernameya pêşî bi navê “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê” ye ku wê li ser şa’irê Kurd yê enternasyonalîst Casimê Celîl wê bi rê ve biçe. Bername bi wê armancê wê pêk were ku kevirên takêşê yên vê cografyayê digel nas û lêkolînerên xwe bigihîne kesên eleqedar.
Wekî din, Wêjegeh Amed wê di 7ê Sibatê de yeksaliya xwe pîroz bike. Ji bo vê jî di wê rojê de dê bernameyeke bi navê “Wêjegeh Amed 1 salî ye” pêk were.
(FD)