Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara 17an a Kovara Dilopê, kovara çand, huner û polîtîkayê derketiye. Mijara dosyeya vê hejmarê, “Di çerxa Rojhilatanavîn de Siyaset û Kurd” e.
Di dosyeyê de analîzên Arzu Yılmaz, Hişyar Ozsoy û Yusuf Karataşî hene.
Kovar, bi sî heb wêneyên Fewzî Bîlge cî dide ‘Çîrokeke Dêrsimê’ û bergê kovarê jî ji vê çîrokê hatiye wergirtin. Sezai Sarıoğlu jî bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Ne peyv, ferheng e Dêrsim” qala hêlên cuda yên Dêrsimê dike.
Ev sîh sal di ser koça Mihemed Arif Cizîrî re boriyaye. Zeyneb Yaş a berhevkar di vê hejmarê de portreya wî pêşkêşî xwîneran kiriye. Rûbar Dîndar jî bi mebesta 200 saliya Engels qala wî kiriye.
Ayhan Erkmenê ku qala bûyer û hûrgiliyên balkêş dike, vê carê di nivîsa xwe de trajediya sed sal berê ya malbateke ermenî ji Licê nivîsandiye.
Mêvanên hevpeyvînan ên vê hejmarê: Arkeolog Mesut Alp, Îbrahîm Amîrê şanogerê ji Efrînê, Şeyhmus Kaynaka yê hosteyê dawîn ê kûzikan li Mêrdînê ye. Weke din M.Latif Sağlamê peykertraş û Zeynep Türkyılmaza akademîsyen ku bi lêkolînên xwe yî li ser Dêrsimê tê nasîn, mêvanên kovarê ne.
Barış Avşarê ku tarîxa arkeolojiyê û jiyana siyasî ya îroyîn digihîne hev di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya bi serenavê ‘BÊRÛ û împaratoriya ziman’ li pêşberî xwîneran e. Du çîrokên vê hejmarê hene ku yek jê ya Helîm Yûsiv e derbarê qetliama Sînemaya Amûde de, ya din çîrokeke bi komik a H.Tumanyan e.
Du nivîs hene ku îşaret bi serboriyên balkêş dikin; yek jê Veysi Ülgen li ser Sînemaya Dîlanê ya Amedê nivîsî, yan din Ömer Leventoğlu jî li ser belgefîlmê ‘Bu da mı gol değil?’ nivîsek lêkir.
Di vê hejmara kovarê de Mehmet Bayrak li ser nûnerên gerok ên edebiyata Anadol û Mezopotamyayê, Ragıp İncesağır jî li ser Yunus Emre nivîsîne. (FD)