Hejmara 6an a Fanzîna Laserê derketiye. Klûba Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê kovarê derdixe û di kovarê de bi kurmancî û kirmanckî nivîs tên weşandin.
Di rûpelê ewil ê fanzînê de helbestkarê kurd ê sedsala 11an Baba Tahirê Uryan bi çend çarînên xwe hatiye danasîn. Di beşa kirmanckî de bi Malla Kamilê Puexî re, di beşa kurmancî de jî bi helbestkar Kawa Nemir re hevpeyvîn hatine kirin. Wergereke ku ji helbestkarê tirk Necip Fazıl Kısakurek hatiye kirin di beşa kirmanckî de, wergera ku ji Cemal Sureya û ya ku ji helbestkara amerîkî Sylvia Plathê hatiye kirin jî di beşa kurmancî de cih digirin. Ji her 5 hejmarên beriya xwe cudatir, di dawîya her du beşên vê hejmara Laserê de bi kirmanckî û kurmancî du xaçepirs hene.
Her weha di vê hejmarê de li înteraktîfîya xwîneran hatiye fikirîn û di çend nivîsan de bi bernameya QRyê ya nivîsbarîyê hewl hatiye dayîn ku meraqdar bi xwendinê tenê nemînin û der barê nivîsan de bibin xwedîyên agahîyên zêdetir. Yanê mirov dikare bi wênegirtina etîketa kodeke QRyê bi hêsanî xwe bigihîne lînka belgefîlmê ku li ser jîyana Baba Tahirê Uryan hatiye kişandin, an jî bi rêya youtubeyê li çarînên wî guhdarî bike.
Derbarê Laserê de
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Laser tekane fanzîn e ku halê hazir ji alîyê xwendekarên lîsansê yên beşên kurdî yên li zanîngehên Tirkîyeyê ve tê belavkirin û ji edîtorîya wê heta bi belavkirinê hemû karên wê bi kolektîfî tên kirin. (AY/FD)