Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sala nû ya perwerdeyê ya 2023-2024an dest pê kir.
Îro 20 milyon û 481 hezar xwendekar û milyonek û 178 hezar dersdêr dest bi dersê kirine.
Yekem betlaneya sala nû ya xwendinê ji 10ê Çiriya Paşiyê pê ve dê hefteyekê bidome.
Karneyên qonaxa destpêkê wê di Îniya 19ê Kanûna Paşiyê de bidin xwendekaran.
Piştî betlaneya nîvê salê ya du heftane, dê dibistan 5ê Sibatê roja Duşemê vebin.
Qonaxa duyemîn jî wê nêzî 4 mehan bidome. Di 5ê Nîsanê de wê hefteyekê bêhnvedanek bê dayîn.
Dibistan di 14ê Hezîranê de dê bên girtin û bi mîlyonan xwendekar dê biçin betlaneya havînê.
(RT/AY)