Fotograf: Botan International (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Botan International wê Kargehên Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal pêk bîne.
Di kargehan de wê Serdcar Canan li ser dîksiyonê, Hatîce Kamer li ser podcastan, Mehdî Mûtlû li ser pêşkêşkariya bernameyan, Alî Dûran Topûz li ser birêvebiriya medyaya dijîtal, Sertaç Kayar jî li ser wênegiriya ji bo nûçeyan dersan bidin.
Kontenjana beşdaran ji bo kargehan 10 kes in û heman kes wê beşdarî hemû kargehan bibin. Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
Ders dê bi Kurmancîyê bin. Kargeh bi piştgriya Fona Demokrasiyê ya Ewropayê (EED) wê di navbera 18 û 20ê Hezîranê de li ofîsa Botan Internationalê ya Amedê pêk bên.
Ji bo forma serlêdanê, bitikîne
(FD)