Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amed, Riha û Kilîsê dibistan vebûne û xwendinê destpê kiriye.
Riha jî yek ji wan bajarane ku erdhejên 6ê Sibatê lê bandor kiriye. Piştî xebatên çakkirina dibistanan dibistan vebûne û xwendekaran dest bi xwendinê kiriye.
Waliyê Rihayê Salîh Ayhan, Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê wî bajarî Fevzî Kurt, dersdêr û xwendekar beşdarî merasima li Dibistana Seretayî ya Yunus Emre Stenbol Borsayê ku li Taxa Halîliyê ye bûye.
Li Kîlîsê nêzî 52 hezar xwendekarên ku ji ber erdheja 6ê Sibatê navber dabûn xwendinê çûne dibistanên xwe û dest bi perwerdeyê kirine.
Li Amedê 478 hezar xwendekaran û 24 hezar û 316 dersdêran li hezar û 766 dibistanan îro dest bi xwendinê kirine.(AO/AY)