DIERGê bang li partiyan kiriye | “Perwerdehiya bi kurdî bigirin nava bernameya partiya xwe”
DÎERGê beriya hilbijartinê bang li partiyên siyasî kiriye û gotiye: "Divê ragihînin ku dema bûn desthilatdar, wê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi kurdî bên rakirin."
![DIERGê bang li partiyan kiriye | “Perwerdehiya bi kurdî bigirin nava bernameya partiya xwe”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/273/728/original/ziman-122.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) beriya hilbijartinê bang li hemû partiyên siyasî û tifaqên siyasî kiriye ku “Perwerdehiya bi kurdî bigirin nava bernameya partiya xwe”
Daxwazên DÎERGê ji partiyên siyasî ev in:
*Ji bo tayînkirina dersdêrên dersên hilbijartî, di rêziknameya personelê ya normê de divê li şûna dibistanê 'norma bajar û navçeyê' were nivîsîn.
* Beriya tayînkirinê divê bê ragihandin ku ji bo 200 dersdêrên kurdî kontenjan hatine terxankirin
* "Divê ragihînin ku dema bûn desthilatdar, wê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi kurdî bên rakirin."
(RT/AY)