Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Atolye BIA û Botan International bi hev re Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz li Amedê pêk anîn.
Moderatoriya kargehê Aren Yildirim, edîtorê bianet kurdiye kir. Ferîd Demîrel, Mirad Bayram, Hatice Kamer, Erselan Aktan û Sertaç Kayar bi mijarên cûda yên têkildarî rojnamegeriyê ders dan.
Di dersa yekê ya kargehê de Ferid Demirelî behsa rojnamegeriya mafparêz kir ku li bianetê û bianet kurdiyê bê çawa tê kirin.
Demirelî got ku bianet ji roja dest bi weşanê kiriye heta niha her nûçeyên mafparêz, jinparêz, zarokparêz, LGBTI+parêz, ajalparêz û jîngehparêz/hawirdorparêz weşandiye û di naveroka nûçeyên xwe li gorî van pîvanan amade kiriye.
Ferid Demirelî diyar kir ku ev cure nûçegîhanî dihêle kesên dikaribin dengên xwe zêde bidin bihîstin bên xuyakirin.
Di dersa dûyem de Murat Bayramî behsa taybetmendî û girîngiya nûçegihaniya vîdeoyan kir û got: “Nûçeyên vîdyoyî li seranserê cîhanê, hîn jî wekî çavkaniya herî girîng a nûçeyan derdikeve pêşîya mirovî. Ji ber ku li Tirkiyê perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî pir kêm e. Di vê rewşê de medyaya dîtbarî û dengî ya bi kurdî ne tenê meyleke bijarte ye, lê awa û rêya hebûnê ye.”
“Digel ku ev rojnamegerî ew qas girîng e, divê teqez teknîkên rojnamegeriya vîdyoyî û standardên navneteweyî di medyaya kurdî de teqez werin bikaranîn. Di vê atolyeyê de, dê şansekî me ji bo fêmkirina "matematîk”a nûçeyên vîdyoyî çêbibe."
Di dersa sêyemîn ya kargehê de parêzer Erselan Aktar têkildarî mafên hiqûqî yên rojnamegeran axivî û got:
“Çend xalên qanûnî hene ku pêşiya rojnamegeran dibe asteng û dibe sedema ku doz li wan bê vekirin. Dozger rojnamegeran bi endamtiya rêxistinê tohmetbar dikin û vê jî dispêrin peymana KCKê û dibêjin rojnamegerên mixalîf û Kurd li gorî vê peymanê nûçeyan çêdike.”
Her weha Aktanî weha pêde çû: “Qanûna Sansurê jî nû ketiye merîyetê û hê em nizanin çawa bê bikaranîn û bal kişand ser mafên rojnamegeran ku dibe bizanibin.”
Di dersa çarem de Hatîce Kamer, nûçegîhana BBC Tirkiyê û Dengê Amerîkayê behsa taybetmendiyên rojnamegeriya çavdêriyan kir û got: “divê mirov û çîrokên wan di van nûçeyan de hebin.”
Kamer wiha axivî: “Dema hûn çûn cihê nûçeyê divê hûn baş li derûdora xwe binêrin. Çavê xwe divê weke kamerayekê be. Bi mirovan re biaxivin. Li çavê wan binêrin. Dema hûn jidil bin wê ew mirov jî bi we re jidil bin.”
Hatîce Kamerê behsa amadekarî û pêvajoya şopandina nûçeyan jî kir û got ku rojnamegeriya çavdêriyê derfetan dide rojnamegeran ji nivîsîna nûçeyan.
Di dersa dawî ya kargehê de nûçegîhanê wêneyan ê Reutersê Sertaç Kayarî behsa girîngiya wêneyan a di nûçeyan de kir. Kayarî got ku divê mirov di vê mijarê de xwedî fikrekê bike. Paşê jî bandora wêneyan derdikeve holê.
Kayarî destnîşan kir ku mirov di nav kar de bipêş dikeve. Ger hûn vî karî teorîze bikin, ew nabe:
“Beriya hûn di nava mijara teorîk de winda bibin, divê di serî de hûn ji xwe re bibêjin, ‘ez çawa dikarim wêneyekî bibandor, bi nêrîneke cida çawa derxim holê?’. Divê hûn li ser vê bikesinin. Divê hûn bibêjin ku ez weke her kesî nefikirim û negirim. Divê ez bi taybetmendiyeke xwe wêneyan bigirim. Ew wêne baş jî be xirab be jî wêne yê we ye.”(AY)