Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
"Tevî ku li dibistanê navê min dizanin jî, lê hin heval û dersdêrên min li şûna ku navê min bikarbînin ji min re dibêjin 'keça Afganî', 'Biyanî' û 'Talib'."
Ev gotinên Fatmaya ku ji Afganîstanê ye. Fatma yek ji gelek zarokên penaber e ku li Tirkiyeyê perwerdeyê dibîne ye.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Tirkiye di nava welatên ku penaberan dihewîne de li cîhanê di rêza yekemîn de ye. Nêzîkî 3.6 milyon penaberên sûrî yên tomarkirî û herwiha nêzîkî 320,000 penaberên neteweyên din li xwe dihewîne.
Li gorî daneyên Kanûna Pêşiya 2022an a Daîreya Koç û Perwerdehiya Rewşên Awarte ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Hînbûnê ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî 975 hezar û 731 zarokên penaber perwerdeya xwe didomînin. Hejmara xwendekarên ji Afganistanê 47.118 e.
Pirsgirêka ziman rê li ber serkeftinê digirê
Zarokên Afganî ên ku ji ber şerên li Afganîstanê hatine Tirkiyeyê û perwerdeyê dibînin, xwe li welatekî din û di pergaleke din a perwerdeyê de dîtin. Pirsgirêka ziman, tûndkariya hevalan û cihêkarî rê li serkeftina wan digire.
Sultana Afganî ya ku di sala 2017an de bi malbata xwe re hatiye Tirkiyeyê, diyar kir ku ji aliyê hevsal û dersdêrên xwe ve rastî tûndkariya derûnî hatiye û got, "Dema ku ez nû hatim Tirkiyeyê, ji ber ku min tirkî nizanîbû min rojên gelekî xerab derbas kir. Hevalên min ên polê û mamosteyên min gotin, “Hûn Afganî hatin Tirkiyeyê û we welatê me jî wêran kirin. Çima te welatê xwe terikand û tu hat vir? Li Tirkiyeyê şer çêbibe pêşî hûn ê birevin, hûn ê ti carî ji bo welatê me şer nekin û ez bi van gotinan tohmetbar kirin”
Seroka Şaxa Stenbolê ya Egîtîm Senê Ozlem Toluyê diyar kir ku asta serkeftina xwendekarên penaber kêm e û got:
“Ev yek rasterast bi penaberbûna wan ve girêdayî ye. Bi zimanekî ku nizanin, bi sîstemeke ku nizanin perwerdeyê dibînin. Neçarî ezmûnan tên kirin. Ne pêkan e ku serkeftî bin."
Tolû wehayê got, Zarokekî penaber bi pirsiyarên "Hûn çima hatin, we çima welatê xwe neparast?" rûbirû maye û ji bo ku parastina xwe bike vîdeoyên bombebarana bajarokê xwe ku li telefona xwe bar kiriye rave dike û dibêje "Ez zarok im, welatê min dema weha dihat bomberankirin min ê çawa biparasta"
Tolûyê destnîşan kiriye ku ew bûye şahide vê mijarê.
Zarokên ku navên wan di nûçeyê de derbas dibe hatiye guhertin
(NO/SO/MT/AY)