Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) wê îro di saet 15.00an de ji bo pirsgirêkên dersdêr û perwerdeyê li pêş Wezareta Perwerdehiya Neteweyî daxuyanî bida. Lêbelê polîsan daxuyanî asteng kiriye.
Nejla Kûrûl, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku navenda sendîkayê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Kûrûlê diyar kiriye ku polîs nahêle kes ji avahiyê derkev in der û gotiye, "Mafê me yê rêxistinbûnê û azadiya xweîfade kirinê tên astengkirin."
Kûrûlê di nameya ku duh ji dersdêran re şandiye de bal kişandiye ser kêmasiyên di Qanûna Pîşeyî ya Dersdêran (OMK) de û wiha gotiye: “Divê bi zelalî were gotin: Niyeta desthilatdariya siyasî û sendîkaya wezîfedar ya bi OMKê re baş nîne.
Di daxuyaniya ku dihat plankirin îro bi beşdariya serokên şaxên bajaran re bihata kirin de jî daxwazên weke "Bila OMK bê betalkirin!, Ji Hiyerarşiya Kariyerê re Na!, Ji bo Xebata Wekhev Mûçeyê Wekhev!" derdikev in pêş.(AO/AY)