*Ev nûçe, li Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê, atolyebia.org-ê hatişe weşandin
Gonul Delîl û Havva Can, her du jin li Êlihê diçin Komeleya lêkolînên ziman û çandê ya Arîyê û perwerdeya zimanê Kurdî dibînin. Delîl û Canê qala pêvaljoya perwerdeyê û veguherîna di jiyana xwe de kirin .
Gonul Delîlê di 54 saliya xwe de dest bi perwerdeya zimanê kurdî kiriye û bi kurdî hûn bûye. Ew dixwaze bibe dersdara kurdî.
Havva Can ji bo helbestên birayê xwe yên bi kurdî bikaribe bixwîne, dest bi perwerdeya kurdî kiriye û niha ew li civatan helbestên bi kurdî dixwîne.
Delîl û Can balê dikişînin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. (ŞS/FD)