Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdeyê ya Netewî aşkere kiriye ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, wan pêvajoya serlêdanê ya ji bo dersên bijarte, heta 7ê Sibatê saet 17.00ê dirêj kiriye.
Wezaretê beriya niha diyar kiribû ku zarokên diçin pola 4ê a dibistanên seretayî û yên polên 5, 6 û 7ê yên dibistanên navîn dikarin heta 21ê Sibatê dersan hilbijêrin. Lê li gelek bajaran ji ber berfa zêde dibistan hatibûn girtin û zarokan nekarîbû dersên dixwazin hilbijêrin.
Hilbijartina dersa kurdî
Piştî ku pêvajoya hilbijartina dersan di 3ê Kanûna Paşiyê destpê kiribû. Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, HezKurd, Platforma Zimanê Kurdî, Komeleya Lêkolînên Kurdî jî di nav de çendîn sazî û dezgehan dest bi xebatan kiribûn da ku zarokên kurdan li dibistanan dersên bi kurmancî û kirmanckî ango zazakî hilbijêrin.
Cara pêşiyê di sala 2021ê de destpê kiribû
Li gorî daneyên Wezaretê di sala 2012an de 21 hezar kesî daxwaza dersa kurdî kiriye.
Lê piştî vê salê, ev hejmar her sala ku çû kêm bû. Ji ber ku ji bo dersa hilbijartî were dayîn, divê kêmanî 10 xwendekar serî lê bidin. Li gelek dibistanan ev hejmar temam nebûye û dersên kurdî nehatine dayîn. Her weha li gorî zanyariyan li hin cihan rêvebiriya dibistanan forman li xwendekaran belav nakin û haya xwendekaran ji dersên hilbijartî çênabin an jî rêveberî berê xwendekaran didin dersên olî.
Ji bilî kurdî, xwendekar dikarin bi alfabeyên latînî an jî kîrîlî adîgeyî û her weha abazayî, lazî, gurcî, boşnakî û arnavûtî jî hilbijêrin.
Her weha mijara dersdaran jî di nava vê demê de her bûye mijara nîqaşan.Ji bo kesên ku dersên kurdî bidin li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê di sala 2011ê de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin. Paşê li Zanîngeha Çewlig, Mûşê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê û ya Amedê jî heman beş vebûn. Li vir bi sedan kesan perwerde dît û der çûn. Lê Wezareta Perwerdeyê her salê wezîfe didan yek an jî du dersdaran. (TP/FD)