Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG)ê diyar kiriye ku ji ber şert û mercên hewayî yên nerênî divê dema hilbijartina dersa bijartê were dirêjkirin.
Li tevahiya Tirkiyeyê li 52 bajar û navçeyan ji ber barîna berfa zêde îro wê dibistan venebin. Tê çaverêkirin ku heta dawiya heftê wê berf bibare. Ji aliye din ve 21ê Kanûna Paşiyê roja dawî ya serlêdana dersên bijarte ye.
Bixwîne- Ji ber berfê li 52 bajaran dibistan venebûne
DIERGê bibîr xistiye ku ve 21ê Kanûna Paşiyê roja dawî ya serlêdana dersên bijarte ye ji bo qonaxa perwerdeya 2022-2023an ku ji bo xwendekarên pola 5,6 û 7ê dibistana navîn û pola 4ê dibistana seretayî. DIERGê weha gotiye, “Li gelek bajaran ji ber berfê û hewa sar çûna dibistanan hatiye sekinandin.”
“Ji ber şert û mercên nerênî yên hewayî dibe ku heta dawiya vê hefteyê xwendekar neçin dibistanê.”
DIERGê pêşniyar kiriye ku divê dema serlêdanên dersa bijarte heta 14ê Sibatê were dirêjkirin.(AÖ/AY)