Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mahmût Ozer, Wezîrê Perwerdeya Netewî duh li Stenbolê derbarê wezîfedarkirina dersdêran de daxuyanî daye.
Ozer gotiye, “Di 31ê Kanûna Paşiyê de wê 15 hezar dersdêr were wezîfedarkirin. Ji sedî 50ê wan an go 7 hezar û 500 înşalla wê ji bo Stenbolê were tayînkirin.
500 hezar û 41 dersdêr li benda tayînkirinê ne
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeyê yê berê di Tîrmeha 2021an de daxûyanî dabû û gotibû ku 500 hezar û 41 dersdêr hene kul i benda tayînkirinê ne ku di sala 2019 û 2020an de ketine ezmûnê KPSSyê.
Selçûk diyar kiribû ku li gorî qeydên MEBSISê pêdivî bi 74 hezar 781 dersdêran heye.
Di saziyên perwerdeyê yên fermî yên serbi MEBê di sala 2002an de 516 hezar û 242, sala 2007 598 hezar û 367, sala 2011 731 hezar û 257, sala 2015 893 hezar û 559, sala 2018 858 hezar û 10 û di sala 2021an de 865 hezar û 405 dersdêr li ser wezîfeyê ye.
(RT/AY)