Fotograf: Can Candan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Caner Perît Ozen, Ersîn Berke Gok, her du xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên girtî û 12 xwendekarên negirtî, îro cara pêşiyê derketin pêşberî dadgehê.
Nacî Înciyê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ew weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû, giliyê xwendekaran kiribû û xwendekar hatibûn girtin.
Dadgehkirina xwendekaran li 22yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Dadgehkirinê bi diyarkirina nasnameyan destpê kiriye. Caner Perît Ozen û Ersîn Berke Gok bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûne.
Bixwîne - Parlamenterên Ewropî daxwaza azadkirina Berke û Perîtî kiriye
Xwendekar bi “Azadiya kesan asteng kirine”, “Nehiştine erkdar erka xwe pêk bînin”, “Ziyan dane malê dewletê”, “Wesayita weguhastinê ya dewletê revandine û dest danîne ser” dihatin tohmetkirin. Xwendekar û parêzeran li dijî vê, paraznameyên xwe pêşkêş kirine.
Piştî parazname hatine pêşkêşkirin, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û bi şertê kontrola edlî biryara tehliyekirina Berke û Perîtî daye. Her du xwendekar wê nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
"Dema min îdianeme dît ez behitîm"
Xwendekaran di paraznameyên xwe de wiha gotine:
Caner Perît Ozenî diyar kiriye ku "Dîlgirtina wî siyasî ye û ji bo cezakirin û çavtirsandinê ye”:
"Li qadê qerawilên taybet hebûn. Ji min re negotin ‘Tu nikarî li vir bimînî’. Ez li ber Nacî Înciyî nebûm asteng da ku li wesayita xwe sar bibe. Bi îdiaya ku ‘Min wesayita weguhastinê ya dewletê revandiye’ têm dadgehkirin. Meheke berê îdianame hate qawîşa me. Dema min ev dît, min bawer nekir. Ez behitîm û heta serê sibê ez keniyam. Ez spasiyên xwe pêşkêşî dezgeha îdianameyê dikim ku ez kenandim. Em ne tenê xwendekarên ku mafên wan ên perwerdeyê, lêdanê dixwin in, têkoşîneke me ya mafdar heye. Ez tohmetên li min bûne, qebûl nakim. Ez daxwaza tehliyekirina xwe dikim."
"Mafê min ê perwedeyê ji destê min standin"
Ersîn Berke Gokî jî wiha axiviye:
“Dema em ji nexweşxaneyê derketin destê min ji paş de kelemçe kirin. Paşê jî hêsîrtî. Îşkenceyên psîkolojîk û fizîkî, ferman, nedana xwarinan û ji ber wê ez bêtaqet mam û nexweş ketim lê dermanên min nedan min. Dersên ku ez neketime wan, mafê min ê perwerdeyê ji destê min standin.” (RT/FD)