Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Mîchîganê ya Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA), li lîseyekê êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Êrîş li Lîseya bajarokê Oxfordê bûye ku 55 kîlometre li bakurê Detroitê ye û li gorî saeta herêmî li derdora 13.00an pêk hatîye.
Ofîsa polîsan a navçeya Oaklandê daxuyaniyek dane û gotine ku komek qelebalix a polîsan û personelên rewşa lezgîn midaxeleyî bûyerê kirine.
Di daxuyanîyê de polîsan gotiye, kesekî ku çeka êrîş pêk hatiye di destê wî de bû, desteser kirine. Li gorî gotina rayedaran, êrîşkar bi tena serê xwe ye û alîkarên wî nînin.
Bi demançeyeke nîv otomatîk gule berdane
Alîkarê polîs Michael McCabe-î, daxûyanî daye rojnamegeran û gotiye, gûmanbar 15 salî ye û xwendekarê pola dûyem e ye. Jî demançeyeke nîv otomatîk bi kar anîye. Alîkarê polîsî diyar kiriye ku wê ji yekê zêdetir gule berdaye.
McCabe-î destnîşan kiriye ku piştî êrîşê destpê kiriye, çûn û hatina dibistanê qedexe kirine û lêgerîna wan dewam dike. (PT/DD/FD)
* Dara Demîralpî ev nûçe ji tirkî wergerandiye