Fotograf: Can Candan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Can Candan, dersdarê Beşa Ziman û Wêjeyên Rojavayî û belgefilmçêker dema xwestiye li Qada Başûrî ya Zanîngeha Bogaziçiyê dersa vekirî bide, hatiye astengkirin. Nacî Încî, rektorê tayînkirî yê Zanîngeha Bogaziçiyê, hîn dema wekîlê rektorî bû, Candan ji wezîfeyê girtibû.
Akademîsyen ji bo piştgiriyê bidin Can Candanî li ber Deriyê Kelehê disekinin.
Candanî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Di saet 10ê de cara pêşiyê li Qada Başûrî min ê dersa xwe ya belgefîlman bi rengê dersa vekirî bida xwendekarên xwe. Ez û hevjîna min a li beşa Sosyolojiyê dersdar e, em bi wesayita xwe hatin. Dema ez dîtim, gotin ‘mamoste em ê nikaribin te bigirin dibistanê’. Min pirsî got çima. Gotin ‘Bi fermana rektoriyê ye’. Ez niha nikarim dersa xwe ya vekirî bidim ku min plana wê kiribû.”
Dadgehê daxwaza Candanî qebûl nekiriye
Can Candanî li dijî biryara Rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê serî li dadgehê dabû û xwestibû ku biryara wan betal bike. 2yem Dadgeha Îdarî ya Stenbolê îro biryar daye û gotiye ku biryara rektoriyê li gorî hîqûqê ye. Heyeta dadgehê bi yekdengî daxwaza Candanî red kiriye.
Rektoriyê digel biryarên fakulteyê û beşê Candan ji wezîfeyê girtibû. Candanî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû, wê vê serdemê dersa belgefîlmanbide ku ev 14 sal in wê dersê dide. Li gorî plansaziya Candanî wê îro dersa ewil saet di navbera 10.00-14.00ê de li Qada Başûr û online bida. (DŞ/FD)