Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet bangî we dike ku serî li Bernameya Qonaxa Payîzê ya Atolye BIAyê bidin.
Kargehên Rojnamegeriya Bingehîn di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de wê bi awayekî onlîne li ser bernameya Zoomê pêk were.
Serlêdanên atolyeyan ji rojnamegerên kar dikin û yên karê wan ji destê wan hatiye standin, xwendevanên rojnamegeriyê, beşa radyo û sînemayê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên peywendîdar re vekirî ne.
Demên pêkanîna atolyeyan û serlêdanê(daxwazkirinê) li jêr in:
- 18-19-21-22-25-26-
27-28ê Çiriya Pêşiyê Kargeha Rojnamegeriya Bingehîn / Roja dawiyê ya serlêdanê: 12ê Çiriya Pêşiyê Sêşem - 15-16-18-19-22-23-25-26ê Çiriya Paşiyê Kargeha Rojnamegeriya Bingehîn / Roja dawiyê ya serlêdanê: 2ê Çiriya Paşiyê Sêşem
- 13-14-16-17-20-21-23-24ê Kanûna Pêşiyê Kargeha Rojnamegeriya Bingehîn / Roja dawiyê ya serlêdanê: 1ê Kanûna Pêşiyê Çarşem
Atolyeyên Rojnamegeriya Bingehîn wê 8 rojan bidome.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet ji sala 2002yê û vir ve semîner û atolyeyan li ser nûçegihaniyê çêdike. Demek e ku ev bername di bin navê AtolyeBİAyê bi rê ve diçin. Bernameyên AtolyeBİAyê, li wê avahiyê çêdibe ku navenda nûçeyan a bianetê jî tê de ye. Ev bername bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) ve bi rê ve diçe.
Ji bo pirsan hûn dikarin ji bo vê e-posteyê binivîsin: [email protected]
(SO/AY)