Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Biryara avabûn, girtin û guhertina navên hin fakulte û peymangehên ku di jêr sîwana saziyên xwendina bilind de ne di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Ev yek bi biryara Serokomariyê pêk hatiye.
Li gorî Ajansa Anadolûyê di biryara ku hatiye weşandin de ya ku îmzeya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar li bine, fakulteyên hatine avakirin ev in:
- Fakulteya Dermansaziyê, ser bi Zanîngeha Duzceyê ye
- Fakulteya Hiqûqê, ser bi Zanîngeha Egeyê
- Fakulteya Zanistên Fezayê û Esmanî, ser bi Zanîngeha Hasan Kalyoncû
- Fakulteya Înformatîkê, ser bi Zanîngeha Stenbolê
- Fakulteya Zanistên Tenduristiyê û Fakulteya Zanistên Cîbicîkar, ser bi Zanîngeha Arela Stenbolê
- Fakulteya Zanistên Sporê û Fakulteya Zanistên Tenduristiyê, ser bi Zaningeha Ayvansaraya Stenbolê
- Fakulteya Zanistên Îslamî, ser bi Zanîngeha Îstiklala Mereşê
- Peymangeha Zimanên Biyanî, ser bi Zanîngeha Kent ya Stenbolê
Peymangeh û fakulteyên hatine girtin
- Peymangeha Zanistên Tenduristiyê, ser bi Zanîngeha Arela Stenbolê ye
- Peymangeha Zanistên Cîbicîkar ku ser bi Zanîngeha Ayvansaraya Stenbolê ye
- Fakulteya Dîzayin û Hunerê ku ser bi Zanîngeha Sînopê ye.
(RT/AY)