Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Webînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” bi webînara bi navê “Kovar û kovargeriya jinan a kurdî” dewam kir. Rojnameger Nagîhan Akarsel bi moderatoriya Kibriye Evren, edîtora JinNewsê behsa kovarên jinan û kovargeriya jinan ên kurdî kir.
Akarselê di destpêka axavtina xwe de got ku kovargeriya kurdî hîna bîrek ava nekiriye û jinên kurd cara pêşiyê bi kovara “Kadınlar Dunyası” (Cîhana Jinan) gav avêtine nav xebatên kovargeriyê. Akarselê diyar kir ku ev kovar di sala 1913ê de di serdema Osmaniyan de derketiye û heta 1921ê jî weşana wê dewam kiriye.
Nagîhan Akarselê destnîşan kir ku ew jinên kurd ên weke avakar û nivîskar di nava vê xebatê de cih girtina paşê Cemiyeta Jinan a Kurd Tealî ava kirine û kovara Jînê çap kirine ku bi tenê du hejmar derketiye.
Akarselê wiha dewam kir:
“Di navbera salên 1932 û 1950yî de jinan di çapemeniya kurdan de him weke rêveber him jî weke nivîskaran cih girtiye. Di salên 1980yî de nakokiya netew, çîn û zayendê hewl dane bi têkoşîn û birêxistinbûnê çareser bikin û her weha xebatên kovaran kirine.
Di salên 1990î de weşanên feminîst ên pirsgirêkên jinan kirine navend, çap bûne. Dema mirov bi çavekî giştî lê dinêre, di navbera salên 1950 û 2018ê de li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê jinan zêdetir ji 100 kovar, rojname, ajans û malperên nûçeyan ava kirine. û bi vî awayî di medyayê de bûne xwedî îrade. Ihtimale ku ev hejmar zêdetir be.”
Akarselê her weha behsa kovara Roza, Jûjin û Jin û Jiyanê kir ku di destpêka salên 1990ê de dest bi weşana xwe kirine. Nagîhan Akarselê diyar kir ku ev kovar di encama xebatên Koma Jinên Kurd a Serbixwe de çap bûne û fikra “Feminîzma kurdî” ji xwe re weke rehberek diyar kirine.
Akarselê got ku kovargeriya jinan a kurdî bi kovarên weke “Özgür Kadın” (Jina Azad), Hêviya Jinê), Yaşamda Özgür Kadın (Di Jiyanê de Jina Azad” û herî dawî jî Jineolojiyê dewam dike. Nagîhan Akarselê destnîşan kir ku jinan kovar weke dibistanekê, weke amûreke rêxistiniyê û xweparastina cewherî nirxandine. (FD)