Fotograf: Gizay Çelik
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) bi ser navê “Binpêkirina Azadiya Xweîfadakirinê, Civîn, Xwenîşandan û Birêxistinkirinê ya li dijî Xwendekaran” raporek amade kiriye. Rapora navborî, behsa wan binpêkirinan dike ku di navbera salên 2015 û 2019an de pêk hatine.
Li gorî rapora TIHV Akademiyê di navbera salên 2015 û 2019an de mafên 3 hezar û 102 xwendekaran ji ber xwestina civînan pêk bînin, xwenîşandana bikin û xwe birêxistin bikin hatine binpêkirin.
Di heman salan de bi sedema ku beşdarî bernameyan bûne 2 hezar û 77 xwendekar desteser kirine û 203 ji wan girtine. Li ser hev 506 sal û mehek cezayê girtîgehê dane 152 xwendekaran. Di encama tundkariya polîsan û êrîşên sivîlan de 720 xwendekar birîndar bhune. 23 xwendekar di dema civîn an jî xwenîşandanan de hatine kuştin.
Mafên xwendekaran herî zêda li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Antalya, Eskîşehîr, Edene, Amed, Mêrsîn, Wan û Kocaeliyê binpê kirine.
Di raporê de saziyê diyar kiriye ku li gel mafê civîn, xwenîşandan û azadiya birêxistinkirinê mafê azadiya şexsan û mafê ewlehiyê, mafê jiyanê û hin mafên din ên xwendekaran binpê bûne.
Herî zêde xwendekarên li Zanîngeha Enqereyê, Stenbolê, Egeyê, ODTUyê û Akdenîzê gotine mafên wan hatine binpêkirin.
Ji 342 bûyeran 81 jê li kampusên zanîngehan bûne, li van deran 252 xwendekar birîndar bûne.
Di çar salan de doza cezakirinê li 658 xwendekaran vekirine ku xwendekar bêhtir bi van tiştan tohmet kirine:
- Mixalefeta li dijî Yasaya Civîn û Meşên Xwenîşandanê
- Berxwedana li dijî wezîfekirina karmendan
- Propagandaya rêxistina dijyasayî
- Endamtiya rêxistina dijyasayî
- Heqareta li Serokomarî
Di heman demê de 720 xwendekar birîndar bûne ku ji sedî 62 fail polîs, ji sedî 30 jî komên sivîl bûne. Ji sedî 5ê xwendekaran rastî êrîşa hêzên ewlehiya taybet, ji sedî 3 jî him rastî êrîşa hêzên ewheliya taybet, him jî ya polîsan hatine. (RT/FD)