Fotograf: Medya Civakî
Ji bo zimanê tirkî / îngilîzî bitikîne
Sidik Taş, Parlamenterê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo bibersivîne pêşniyaznameyekî têkildarî perwerdeya bi zimanê dayîkê pêşkeşî Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî kiribû. Selçûk jî pêşniyazname bersivandibû û gotibû, ,“Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Li ser gotinên Ziya Selçûk Platforma Zimanê Kurdî daxuyanî daye.
Platforma Zimanê Kurdî li dijî bersiva Ziya Selçûk banga xwedî derketinê li kampanyaya îmzeyan kiriye. Platformê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.
Di daxuyaniya ku îmzeya Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platformê li bine de weha hatiye gotin:
“Komisyona 21 ê Sibatê kampanyayekî ji bona perwerdê bi zimanê Kurdî destpê kiriye. Kampanya bi zelalî ji rayedarên dewletê dıxwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî. Ji bona vê armancê Komisyona 21ê Sıbatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktif di nava vê xebatê de ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.”
“Ma tenê zimanê Tırkî zimanê dayîkê ye?”
Platformê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku piştî kampanya ji bona zimanê Kurdi ew gelek caran pêrgî çalaki, peyam û daxuyanîyên berpirsên dewletê bûne weha gotiye, “Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî de gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokîyên. Ya helî dawî jî me ji wezirê perwerde Ziya Selçûk bihistiyê. Wezîr Selçûk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Sıddık Taş de, wezir Selçûk dibêje; “Ji derveyî zimanê Tırkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din ji dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekîye? Ma tenê zimanê Tırkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş dîyar e, her ziman bi xwe zimanê dayîkekê ye!”
Platforma Zimanê Kurdî diyar kiriye ku Ziya Selçûk, Wezirê Perwerdeyê bi xwe di zanista perwerdeyê de profesor e û weha pê de çûye, “Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wusa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşi raya giştî bikin. Mirovên wûsa divabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasi û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubare kirina ditin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tırkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta nûha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserîyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştgûh dikin.”
“Zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!”
Paltformê weha gotiye, “Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em ji weke Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, bahwerîya xwe, bi parastîna mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş dîyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!”
(RT/AY)