Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Min qet bawer nedikir. Weke xewnekê bû lê pêk hat.”
“Dersên bijarte ne ewqas girîng bûn. Ji bo rêveberiyê bijartina dersên weke fen û matematîkê gelekî girîngtir bû. Digotin wê rêjeya serkeftina dibistanê kêm bike, ji ber wê ev ders hatin hilbijartin. Piştgiriyeke mezin ji bo lazî nebû…”
“Dê û bavan di serî de piştgirî didan, meraq dikirin. Me wexwendin malan jî. Hin kes dihatin di dawiya dersê de li polî lê dinêrîn bê ka li texteyî çi hatiye nivîsandin…”
“Çi rêveberî, çi dê û bav ew hesasiyet û hewldana di serî de nîşan dan, nişan nedan. Tê bîra min, ew rêveberên wê demê weke zîzokê dizîvirîn piştî wê demê şîret li zarokan nekirin da ku li dibistanan lazî hilbijêrin. Bi qasî ku min çavdêriya wê kir, paşê rêveber weke ku bibêjin ev kar ewqas bû, em bidin jibîr kirin û bila derbas bibe. Dema wê tiştekî nû pêk were, rêveber li ser hev mesajan ji dê û bavan re dişînin û dibêjin xwendekaran jê agahdar bikin. Lê di vî karî de qet behs jî nekirin. Pêvajoya bi vî awayî temam bû.”
“Ew çanda me ya xebata bi rêxistinî, hevgirtî nîne, Laz jixwebaweriyeke wan a zêde zêde heye. Stratejî, plan nîne. Bersiva wê pirsî nebû ku em çima dersa bijarte dixwazin.”
Ev gotin di xebata bi navê “Lazî, Mafekî Bêxwedî” de hatine nivîsandin ku ji Komeleya Çanda Lazan Îrfan Çagatay û ji Zanîngeha Bilgiyê Bulent Bîlmezî bi hev re amade kiriye.
Çagatay û Bîlmez pêşketinên li derdora dersa lazî ya bijarte yên ji 2012ê heta 2021ê çêbûne weke raporekê amade kirine. Ji bo vê raporê bi sendîkayên perwerdeyê, dersdar, dê û bav û rêxistinên civaka sivîl re axivîne.
Di raporê de bandora tecrubeyên li qadê derketine holê û polîtîtayên aktuel yên li ser lazî hatiye şîrovekirin. Lêkolîneran dersa bijarte ya lazî bi gotina “mafê bêxwedî” penase kir.
Îrfan Çagatayê ku demeke dirêj e lêkolînan derbarê lazî de dike ji bo “bêxwedîtiyê” wiha got: “Ji ber em bêxwêdî mane li Tirkiyeyê di zanîngehan de lazî nîne ku li cîhanê hema hema ji sedî 98ê kesên bi lazî diaxivin li Tirkiyeyê ne.”
Çagatayî mînakeke din a balkêş da: “Zanîngeha Duzceyê ji me xwest ku em sê akademîsyenên li ser lazî doktoraya xwe kirine peyda bikin. Li Tirkiyeyê ti zanîngehekê ne di asta masterê de ne jî di asta doktorayê de li ser lazî ti tiştek venekirie. Ji beşeke ku nehatiye vekirin em ê çawa sê kesên doktora kirine peyda bikin? An wê ji hêkê derkeve yan jî wê mirîşk hêkê bike lê her du jî nîne ji bo lazî. Di encamê de li zanîngehêne pêk nehat.” (RT/FD)