Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêzewebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” bi webînara bi navê “Di Dema Şerê Sar De Li Ewropayê Kovargeriya Kurdî” dewam kir.
Di bernameya ku Derya Aydinê moderatiya wê kir de Adnan Çelîkî behsa rewşa piştî Şerê Sar ya li Ewropayê, rêxistinên kurdan û kovarên ku derxistine kir.
Çelîkî di dema ku ji sala 1949ê da destpêkirin de diyar kir ku kurdan û dostên wan ên Ewropî gelek rêxistin ava kirine. Li gorî zanyariyên ku Çelîkî dane ji bilî xebatên Kurdolojiyê yên li Ewropayê kirine kurdan li Ewropayê rêxistinên weke “Civata Şagirdên Kurd li Ewropayê”, “Komeley Xwêndikaranî Kurd le Ewropa”, Rêkrawî Partî Demokratî Kurdistan le Ewropa”, “The Finnish Kurdistan Committee”, “Bahoz: Rêxistina Têkoşer û Şorgeşgerên Kurdistan” ava kirine.
Çelîkî got ku di wê demê de kesên weke Kamîran Bedirxan, Îsmet Şerîf Vanli, Hemreş Reşo, Nûredîn Zaza, Dr. Qasimlo û çendên din serkêşiya van xebatan kirine.
Li gorî gotina Adnan Çelîkî van kesan kovarên weke Bulletin dua Centre d’etudes kurdes, Hêviya Welêt, Karwan, Çiya, Kurdistan, Bahoz, Dengê Kurdistan, Pirşîng, Ronahî û gelekên çap kirine ku zimanê wan li gel kurdî, ingilîzî, fransizî, erebî û yên din ên welatên Ewropayê bûne.
Çelîkî destnîşan kir ku ev kesên ku van kovar derxistine di bin bandora “Şoreşa Îlonê” ya sala 1961ê li Herêma Kurdistanê pêk hatiye, “Ekola Hawarê”, “Kurdolojî û Komunîzma Sovyetê” û Tevgerên Dinyaya Sêyem” de mane.
Adnan Çelîkî her weha di pêşkêşiya xwe de got, Tirkiyeyê di wan deman de jî biryar girtiye ku ketina van kovaran a nava sînorên Tirkiyeyê were qedexekirin. (FD)