Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêzewebînara “Di Weşangeriya Kurdî De Kovargerî” bi webînara bi navê “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” dewam kir. Bernameya ku bi moderatoriya Serdar Şengulî pêk hat li ser mijara kovara Hawarê sekinî. Ronayî Onen, panelîsta bernameyê di destpêka bernameyê de behsa girîngiya çapemeniyê di dema avakirina netewesaziyê de kir.
Bixwîne - Sêyem webînara "Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî": Hawar
Onenê Hawar di çarçoveya netewesazî û dij-mêtingeriyê de şîrove kir û got ku diê di mijara netewesaziya kurdan de têgehên netewesazî û dij-mêtingerî bi hev re werin nirxandin.
“Hawar alaveke çapemeniyê ye”
Onenê di axavtina xwe de behsa rola çapemeniyê di avakirina netewesaziyê de kir û got ku “Kovara Hawarê alaveke çapemeniyê ye.” Onenê wiha behsa girîngiya Hawarê kir:
“Weke hemû bûyerên dîrokî Hawar paşxaneyeke wê ya dîrokî heye. Ji destpêka çapemeniya kurdan pê ve rojname û kovarên derketine paşxaneyek dane kovara Hawarê. Nivîskarên Hawarê ji vê paşxanê xweyî bûne. Celadet Bedirxan û hevalên xwe ji ezmûnên wan rewşenbîrên beriyên xwe sûd wergirtine.
“Netewperwerî hesta ayîdiyeta civakê ye ku endamên wê bi komek sembol, bawerî û awayê jiyanê ve tên nasîn. Neweperwerî şikil dide civakê.
“Di sazkirina nasnameya neteweyî de avahiya herî bihêz hevbandoriya civakî ye. Ango ji bo takekes hîmên nasnameya netewî yên wekî ziman, xak, dîrok û hin nirxan jî remzên din ên hevpar derxin ser hiş divê bi hev re di têkiliyê de bin û di nav ragihandineke beramber de bin. “Amrazên ragihandinê yên girseyî wekî rojname, kovar û hwd ji bo ku têkiliya di navbera van hêmanan bête danîn, ji bo xurtkirina wan û veguherîna wan a temaşaya sembolî alavên gelekî bi bandor in ku rê li ber hevbandoriyê vedikin. Amrazên çapemeniyê wekî rojname kovar, roja îro televizyon û medya civakî jî di nav de, ji bo têkiliya di navbera van hêmanan de bîne, temaşeya sembolî alavên gelekî bihêz in.
“Armancên derxistina kovara hawarê, ‘belavkirina alfabeya kurdî, terîfkirin û diyarkirina rêzimana kurdî, xebateke berawirdî ya li ser zaravayên cuda yên zimanê kurdî, çapkirina berhemên klasîk û folklora kurdî, çapkirina xebatên etnografîk ên li ser kevneşopiyên kurdî, lêkolînên li ser dîrok û erdnîgariya kurdan e’. Ev xal ji bo Hawarê armancên sereke ne.
“Rewşenbîrên navborî bi taybetî jî Celadet û Kamîran Bedirxan wisa bawer dikir ku ji bo xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd pêdiviyeke mezin heye, lewre wan biryar da ku bi rêya bipêşvebirina zimanê kurdî, berbelavkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, vejandina edebiyata nûjen a neteweyî, terîfkirina sînorên xaka kurdan û bi vegotina ‘dîroka qedîm a kurdan’ vê yekê pêk bînin.
“Hawar xwedî nîvendeke berbiçav a netewperwer e lewre vegotineke netewesaz diafirîne, ji ber ku neteweya navborî neteweyeke jêrdest e di heman demê de ev vegotin di xwe de helwesteke dij-mêtinger ava dike. Ev vegotin xwe dispêre çend hîmên bingehîn ku yek ji wan ziman e.
“Di kovara Haware de ziman berî her tiştî wekî merca bingehîn a hebûna neteweyî derdikeve pêş.
“Ji destpêka sedsala bîstemîn û pê ve armanca sereke ya rewşenbîrên kurd ew bû ku ji bo ragihandina axêverên ji guhertoyên cuda yên zimên zimanekhi navgîn çêbikin. Wekî pêşrewên xwe yên ku di Roj-î Kurd, Hetaw-î Kurd, Jîn û weşanên din ên beriya wan de dinivîsandin, kadroya Hawarê jî hewl da ku zimanekî yekbûyî çêbikin da ku hestiyara nasnameya hevpar hişyar bikin. Wan dinazî ku heke bi alavên hêzdariyê bê çekdarkirin, zimanê bindestan dikare bibe zimanê liberxwedanê. Li gorî hewldanênberê vê carê tevgera venûkirina zimên biplantir bû.” (FD)