Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz a bi kurdî a Atolye BIAyê di 20ê Sibatê de destpê kir. rojnameger Murat Bayram û Ferid Demirel, edîtorê bianet kurdiyê kargehê bi rê ve dibin.
Di roja yekê ya kargehê de Ferid Demirelî behsa rojnamegeriya mafparêz kir ku li bianetê û bianet kurdiyê bê çawa tê kirin.
Demirelî got ku bianet ji roja dest bi weşanê kiriye heta niha her nûçeyên mafparêz, jinparêz, zarokparêz, LGBTI+parêz, ajalparêz û jîngehparêz/hawirdorparêz weşandiye û di naveroka nûçeyên xwe li gorî van pîvanan amade kiriye.
Ferid Demirelî diyar kir ku ev cure nûçegîhanî dihêle kesên dikaribin dengên xwe zêde bidin bihîstin bên xuyakirin.
Di roja yekem de her weha Safiye Alagaş, Midûra Nûçeyan a JinNewsê, behsa nûçegihaniya jinparêz kir. Alagaşê bi mînakan nîşan da ku divê di nûçeyên derbarê jinan de bala rojnamegeran li ser çi be, dema nûçeyan dinivîsin ji çi haydar bin, fotografan li gorî çi krîteran bi kar bînin û li JinNewsê nûçegihaniya jinparêz çawa dikin.
Di roja duyem ango di 21ê Sibatê de rojnameger Murat Bayramî behsa nûçeyên derbarê çîrokên jiyana mirovan kir.
Bayramî diyar kir ku rojnameger li gorî pîvanên rojnamegeriya navnetewî çawa dikarin fikrekê bikin mijara nûçeyekê û pêvajoya amadekirina nûçeyan divê çawa be.
Bayramî di axavtina xwe de rewşa nûçegîhaniya navnetewî û ya kurdan û tirkan jî nirxand û got ku di medyaya kurdan û tirkan de nûçeyên çîrokên mirovan kêm tên nivîsandin.
Him di roja yekem him jî di roja duyem de beşdarên kargehê mijarên ku wê di dema kargehê de bikin nûçe diyar kirin û tevlî dersdaran nîqaşa van mijaran kirin. Heta dawiya kargehê wê her beşdarek nûçeyekê amade bike û ev nûçe wê li ser bianet kurdiyê werin weşandin.
Kargeha Rojnamegeriya Mafparêz a Kurdî
Bernameya kargehê bi kurdî ye û wê 23-25-27-28ê Sibatê wê dewam bike. Kargeh bi hevkariya Botan Internationalê tê li dar xistin.
Rojnamegerên ku li JinNewsê, REUTERS, BBC, Botan International, Arta FM û bianetê kar dikin wê tecrubeyên xwe bi beşdaran re par ve bikin.
Di kargehê de dersên mane Ferid Demirel, Murat Bayram, Safiye Alagaş, Hatice Kamer, Sertaç Kayar û Şîrîn Hiso dersan didin. (FD)