E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal derket. Pirtûk di encama Kargeha Rojanmegeriya Kurdî ya dijîtal de hatiye amadekirin.
Kargeha Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal di navbera 15-21ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de Botan Internatîonalê pêkanîbû. Ferîd Demîrel, edîtorê bînanet kurdiyê jî di nav de Sertaç Kayar, Murat Bayram, Gulistan K. Rençber , Ibrahim Seydo Aydogan, Mesûd Mûhemmed, Safiye Alagaş, Şîraz Baran, Hatice Kamer, Ali Duran Topuz, Muri Darida, Rêdûr Dîjle, Mehmut Bozarslan, Omer Faruk Baran û Dr. Isabel Kaser di kargehê de ders dabûn.
Herweha Botan Internatîonal li Tirkiyeyê yekem saziya Kurde ku perwerdeya medyayê dide.
E-kitêba Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal derket!
— Botan International (@BotanInt) February 5, 2021
Hûn dikarin ji https://t.co/wuGHve8wzt belaşî bar bikin.
Edîtorî: @MiradBayram
Berhevkarî: @suretsufe
Dîzaynerî: Ridwan Xelîl
Vîdeoya danasînê: @semihayildizr
Weşandin: @BruskaRyan pic.twitter.com/Yioo8Jsfke
Perwerdeya rojnamegeriya kurdî li Tirkiyeyê qedexeye
Mûrat Bayram, edîtorê E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal derbarê pirtûkê û kargehê de ji bîanetê re weha got:
“Di destpêkê de em fikirîn ku gelo rojnamegerên Kurd çawa dikarin xwe bigihîne pîvanên rojnamegeriyê yên navneteweyî, çawa dikarin xwe bigihîne perwerdeyê. Paşê me berê xwe dayê ku li gorî qanûnê dewleta Tirkiyeyê perwerdeya rojnamegeriya kurdî qedexeye lê bele pêkanîna kargehan û dayîna perwerdeyê ne qedexeye û me biryar da ku em kargehan çêkin.
“Me nexwest zanîna 15 dersdêran tene li kargehê bimîne”
Mûrat Bayramî diyar kir ku dema me biryara çêkirina kargehan da me got gelo kî dikare perwerdeyê bide rojnamegerên Kurd ku kêrî karên wan were û weha pêde çû:
“Piştî vê pirse me biryar da ku Kurd hene ji bo BBC, New York Times, VOA, AFP, Reuters, DW, MEE, SBS, WDR û medya cîhanî kar dikin û Kurd hene ku edîtorên bîanetê ne , Ajansa Mezopotamyayê ne. Me got em wan Kurdan hemûyan dawetî Botan Internatîonalê bikin û ew zanîn, ezmûn û teknîka xwe ji rojanamegerên kurd an jî ji wan kesên ku dixwazin rojnamegerîyê bikin re vebêjin.Rastî jî tu kesî dile me nehîşt û me 14 kes dewet kiribû hemû jî hatin û dersên xwe dan. Ev ders ji ber ku sponsora vê kargehê RSF bû, wan diyarkir ku ew sponsoriya 15 kesan dikin. Ji xwe eger ku sînor ji 15 yan 20 kesan zêdetir buya derfetê munaqeşekirinê yên di navbera mamoste û xwendekaran de ji holê radibû ji ber wê me ev tekili qebûl kir. Lê me ne xwest ku ew zanîna wan 15 dersdaran tene li wê kargehê bimîne, tene ew 15-20 kesên beşdar jê sûdê bigire.”
E -Kitêba Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal rêbereka çêkirina nûçe û hevpeyvîna ne
Bayramî desnîşan kir û got, armanca wan ew e ku weke belgeyekê, weke rêberekê li ber destê herkesê bixwaze Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal bike, hebe û weha dewam kir: “Ji bo wê me hemî gotarên dersan komkirin û bi vî awayî me xwest herkese ku bixwaze rojnamegeriya kurdî ya dîjîtal bike, li ber deste wan bi awayekî belaş, bi awayekî dijîtal û bi awayekî bikaribe zu xwe zû bigihînê rêbereka çêkirina nûçeyan, hevpeyvînan û birêvebirina medya dijîtal hebe.”
Li Tirkiyeyê tenê bîanetê û Botan Internatîonalê perwerdeya rojnamegeriya kurdî daye
Murat Bayram edîtorê E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal diyar kir ku di tarîxa dewleta Tirkiyêyê de 6 caran perwedeya rojnamegeriya kurdî di kargehan de hatiye dayîn û got, “ 3 caran bîanetê 3 caran Botan Internationalê kiriye. Botan Internatîonal yekem saziya Kurde ku perwerdeya rojnamegeriya kurdî dide.” (AY)