Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê aşkere kiriye ku ji 94 kesên duh (2yê Sibatê) li Kadikoyê di dema xwenîşandanên protestoyî yên ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê de hatine desteserkirin, 65 ji wan serbest bûne.
11 kesên ku di dema xwenîşandanên li Beşîktaş û Sariyerê de hatine desteserkirin jî bi heman awayî piştî îfadeyên wan wergirtine, serbest bûne. 29 kes hîna desteserkirî ne.
Saziyên ked, aştî û demokrasiyê li Stenbolê ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê bangewazî kiribûn û duh komeke girseyî li Kadikoyê kom bûbû. Polîsan midaxele li xwenîşandaran kiribû û di dema midaxeleyê de gaza rondikrij û guleyên plastîk bikar anîbûn. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê aşkere kiribû ku li Kadikoy, Beşîktaş û Sariyerê bi giştî 104 kes hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê bertek dabûn biryara tayînkirina Buluyê ku di sala 2002n de bûbû yek ji avakarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Sariyerê. Xwendekar û akademîsyenan tayînkirina Buluyî weke “tayînkirina kayûmî” binav kiribûn û di 4ê Kanûna Paşiyê de li Zanîngeha Bogaziçiyê çalakiyek li dar xistibûn. Polîsan bi gazê û guleyên plastîk midaxele li xwendekaran kiribû û kelemçe li deriyê zanîngehê xistibû.
Polîsan bi ser malên xwendekaran de girtibûn û gelek xwendekar desteser kiribûn. Piştî dozgerî îfadeyên wan wergirtibû, xwendekar serbest bûbûn.
Ji bo protestokirina biryara tayînkirina Buluyî li Kampusa Başurî pêşangehek li bexçeyê zanîngehê pêk hatibû. Ji ber ku di vê pêşangehê de ala LGBTI+yan û wêneyê Şahmeranê bi fotografekî Kabeyê hatibû daleqandin, polîsan pênc xwendekar desteser kiribûn. Du xwendekar bi tohmeta ku “dijminatî û kînê di nava gelî de çêdikin û wan biçûk dixin” hatibûn girtin. Du xwendekar jî bi zindanîkirina li malê hatibûn cezakirin. Xwendekarek serbest bûbû.
Xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê û piştevaniyên bi zanîngehan re, ji bo her du xwendekarên girtî tehliye bibin xwestin roja 1ê Sibatê li Kampusa Başûrî daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan destûr neda wan û 159 xwendekar desteser kirin.
Herî dawî duh (2yê Sibatê) li Kadikoyê xwenekaran xwest ku li Kadikoyê çalakiyekê bikin lê polîsan destûr neda wan û bi gaz û guleyên plastîk midaxele li wan kiribû. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê aşkere kiribû ku 104 kes hatine desteserkirin. (TP/FD)