Fotograf: Dilek Şen - bianet
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) (3) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Beşek ji xwendekarên ku ji ber biryara tayînkirina Prof. Dr. Melih Buluyî ya ji bo Rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê protesto kiribûn polîsan ew li ber Kampusa Başûrî desteser kiribûn, di saetên sibehê de serbest bûne.
Li gorî zanyariyên parêzer Levent Pişkinî da bianetê, zêdetirî 100 xwendekar bi tohmeta ku li dijî qanûna derbarê xwenîşandan, civîn û meşên protestoyî ya hejmar 2911ê derketine îfadeyên wan hatine wergirtin. Xwendekar piştî îfadedayinê ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê serbest bûne.
Xwendekarên ku serbest bûne, li ser hesabê Twitterê yê Piştevaniya Bogaziçiyê vîdeoyek weşandine û gotine, “Hevalên me yên din ên desteserkirî û 2 hevalên ku bi neheqî û ne li gorî rêgezan hatine girtin demildest serbest bikin.”
Kuluba Namzet a Xebatên LGBTI+yan girtine
Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandinê yê Serokamariyê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku Prf. Dr. Melih Buluyî Kuluba Namzet a Xebatên LGBTI+yan girtiye.
Altûnî gotiye ku ev biryar ji ber “lêpirsîna fotografê Kabeyê” hatiye dayîn.
Çi bûbû?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu, berendamê hilbijartinê yê AKPyê ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, 4ê Kanûna Paşiyê li ber avahiya zanîngehê çalakiyeke protestoyî ya girseyî pêk hatibû.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê di dema merasîma wezîfegirtinê ya Melih Buluyî de pişta xwe dabûn avahiya rektoriyê û biryara tayînkirinê protesto kiribûn. Xwendekaran jî sloganên "em rektöre kayûm naxwazin" berz kiribûn û dawxaz ji Buluyî kiribûn ku dest ji wezîfeyê berde. Polîs deriyên zanîngehê bi kelemçeyan girtibûn û nehiştibûn xwendekar bikevin hundir.
Duh xwendekar li ber Deriyê Başûrî yê zanîngehê kom bûbûn û xwestibûn bikevin nava kampusê. Polîsan destûr nedabûn û 2 xwendekar desteser kiribûn. Her weha xwendekarên li ber Deriyê Bakurî kom bûbûn polîsan midaxele li wan kiribû û gelek xwendekar desteser kiribûn. Hejmara xwendekarên bi roj polîsan ew desteser kiribûn gihîştibû 51an. Bi şev jî polîs ketibûn Kampusa Başûrî û bi sedema ku “qedexeya derketina derve dest pê kiriye” xwest xwendekar belav bibin.
Berxwedana Bogaziçiyê saet di 22.15 deqîqeyan de li ser hesabê xwe yê Twitterê mesajek weşand û got ku “Hejmareke zêde hevalên me li nava kampusa xwe ji ber li bendê bûn Melih Bulu ji avahiya rektoriyê derkeve, bi sedan polîsan ew desteser kirin.”
Walîtiya Stenbolê di saetên dereng de daxuyaniyek weşand û got ku li ser hev 159 xwendekar desteserkirî ne. (TP/FD)