Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser fermana Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) avakirina zanîngehên jinan ketiye nava “Bernameya Salê ya Serokomariyê ya 2021ê”. Piştî ev rewş diyarbû, jinan li ser medyaya civakî bertek nîşan dane.
“Em ne zanîngehên jinan lê qadên biewle dixwazin”
Jinan li ser medyaya civakî bi gotina “EmZanîngehênJinanNaxwazin” kampanyayek li dar xistine.
Çi bûbû?
Zanîngeha Jinan a Mukogawa li Japonyayê di 27ê Hezîrana 2019an de nasnavê Doktoraya Rûmetê dabûn Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê.
Erdogan li vir axivî bû û wiha gotibû: “Li Japonyayê di nava 800 zanîngehan de 80 zanîngeh ên jinan e. Ev ji bo me tiştekî gelekî watedar e. Li ba me tiştekî wiha nîne, heke bibe wê çi bibe ew jî pirseke din e. Japonla di vê mijarê de mînakeke balkêş e. Ez 80 zanîngehên jinan li Japonyayê weke wezîfe didim serkonsolê xwe, di encama lêkolînê de xwedê bê erê em ê jî vê gavê bavêjin.”
Erdoganî di 3yê Tîrmeha 2019an de jî di dema merasîma derçûna xwendekarên navnetewî de axivî bû û gotibû ku divê YOK derbarê zanîngeha jinan de xebatekê bike.
Bernameya 2021an a Serokomariyê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û tê de hatiye gotin ku wê “Zanîngehên Jinan” werin avakirin. (EMK/FD)