Fotograf: Ahmet Şik / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Azad Aksoy û Yildiz Îdil Şen ku ji ber protestoyên li Zanîngeha Bogaziçiyê polîsan ew desteser kiribûn û dozgerî xwestibû werin girtin, bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Prof. Dr. Melih Bulu weke rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê tayîn kir, xwendekaran li ber avahiya Zanîngehê ev biryar protesto kiribûn.
Polîsan bi ser malên xwenîşanderan girtibûn û 40 kes bi tohmeta ku “Li dijî Qanûna Meşên Xwenîşandanê û Civînan a hejmar 2911ê derketine” û “Li hemberî karmendên wezîfedar li ber xwe dane” desteser kiribûn.
24 kes ji van piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê qediyaye duh (7ê Kanûna Paşiyê) birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Dozgerî 21 kes bi şertê kontrola edlî, yek bê şert û merc azad kiriye û xwestiye Azad Aksoy û Yildiz Îdîl Şen werin girtin.
Dadweriya Aştî û Cezayê Aksoy û Şen jî bi şertê kontrola edlî azad kiriye.
Îfadedayîna 16 kesên din li Beşa Ewheliyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê didome. (EKN/FD)